Fîgen Yuksekdag: Piştî 14’ê Gulanê wê tiştên xweş çêbibin

  • 16:29 10 Gulan 2023
  • Hiqûq
 
ENQERE - Fîgen Yuksekdag di Doza Kobanê de axivî û bal kişand ser hilbijartinê û got: “Piştî 14’ê Gulanê wê tiştên xweş çêbibin.”
 
Danişîna 25’emîn a Doza Kobanê di roja ewil de li Eywana Danişînê ya Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin. Dadgehkirin ji aliyê 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ve tê birêvebirin. Gelek parêzer danişînê dişopînin. Hin siyasetmedaran anîn eywana danişînê hin siyasetmedar jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGÎS) beşdarî danişînê kirin. Piştî navbera hatibû dayîn, danişînê bi parastinan dewam kir. 
 
Ewilî siyasetmedara kurd Gultan Kişanak axivî û bal kişand ser hilbijartinên 14’ê Gulanê û ew ê li dijî vê îktidarê û têkbirina îktidarê raya xwe bide Partiya Çep a  Kesk û Kemal Kiliçdaroglû. Gultan got ew bi hêvî ne ku wê siyaseta demokratîk ji sindoqan derkeve û dê 14’ê Gulanê bibe cejna demokrasiyê. 
 
Piştre Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag axivî û bal kişand ser merhaleyên dozê û destnîşan kir ku tevî biryarên Dadgeha Ewropayê û Dadgeha Destûra Bingehîn jî hê jî darizandin tên kirin. Fîgen bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 14’ê Gulanê û wiha got: “Em ê li ber vê îktidarê xwe paşve nekişînin. Wê Partiya Çep a Kesk vî welatî biguherîne. Em dikarin biguherînin. Wê piştî 14’ê Gulanê tiştên xwe çêbibin.” 
 
 

Etîketan:

kobanê doz