Çalakiya Nobeta Edaletê di roja 779'emîn de ye

  • 15:49 10 Gulan 2023
  • Rojane
 
RIHA - Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 779’emîn de dewam dike.
 
Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrişê de hevjînê Emîne Şenyaşar û du kurên wê hatibûn qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 779’an de berdewam kir. 
 
Emîne û Ferît Şenyaşar di sanê sibehê de ji Pirsûsê hatin ber deriyê Edliyeya Rihayê. Malbatê, pankarta “Ji bo Malbata Şenyaşar edalet” daliqandin û dest bi nobetê kirin.
 
Li ser hesabê malbatê yê medyaya dîjîtal bal kişandin ser daxwaza keça Fadil Şenyaşar ê girtî Rojda ya 5 salî û ev peyam hate parvekirin: “Ji herkesê re rojbaş. Daxwazeke Rojdayê ji mezinên xwe heye…EDALET, 14’ê Gulanê wê KHK biçin edalet were.”