Zarokê ji mêrsînê revandibûn qetil kirin

  • 11:03 10 Gulan 2023
  • Rojane
 
MÊRSÎN - Zarokê ku ji bo fîdyeyê li navçeya Yenîşehîrê hatibû revandin, hat qetilkirin.
 
Lawê Halît Hayanked ê zêrker yê Sûriyeyî  Khaled Hayanked (12) ku li navçeya Yenîşehîr ya Mêrsînê, duh piştî nîvro dema li baxçeyê mala xwe dilîst ji nişka ve winda bû.
 
Piştî demekê kesekî ku bi telefonê bi malbatê re axivî got ku zarok di destê wan de yee, eger fidyeyê bidin dê zarok berdin û eger polîs agahdar bikin dê wî bikujin.
 
Halît Hayanked agahî da polîsan. Di muayeneyê de hat tesbîtkirin ku zarok ji cihê bûyerê derneketiye.
 
Zarok kuştin
 
Di lêkolîna li cihê bûyerê ku hat kirin de cenazeyê zarok di jêrzemîna avahiyê de hat dîtin. Piştî otopsiyê cenazeyê zarok hat definkirin.
 
Di çarçoveya lêpirsînê de dergevanê avahiyê Hasan Cingoz hat binçavkirin. Hat îdiakirin ku mifteya qata jêrzemînê tenê li cem dergevan e û di roja bûyerê de kamerayên ewlehiyê yên cihê bûyerê hatine girtin.
 
Hat diyarkirin ku kujer di îfadeya xwe de sûcê xwe qebûl kiriye.