Xelkê Şêxmeqsûd û Şehbayê bi şahiyekê piştgirî da Partiya Çep a Kesk

  • 10:03 10 Gulan 2023
  • Rojane
 
HELEB - Welatiyên taxa Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Şehbayê bi şahiyekê piştgiriya Partiya Çep a Kesk kirin.
 
Ji serê sibehê xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berê xwe dan herêma Şehba û bi hevre şahiya ji bo piştgiriya miletê Bakurê Kurdistanê ya ji bo hilbijartinan kirin. Şahî li herêma Şehba li gundê Elewşê hat lidarxistin, bi beşdarbûna endamên sazî û partiyan û miletê taxa Şêxmeqsûd, Şehba û Efrînê piştigiriyeke mezin ji bo Partiya Çep a Kesk hat dayin.
 
Piştî deqeyeke rêzgirtin axaftin ji aliyê Endama Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Zelal Cîger axaftina xwe kir û wiha got: “Em berxwedana gelê xwe ya berxwedêr pîroz dikin û bi têkoşîn û berxwedana we, sala 2023'yan wê bibe sala rabûna tecrîda li Îmraliyê.”
 
'Azadiya me mîsogertiya azadiya Rêber Abdullah Ocalan e'
 
Zelalê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Azadiya me bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye, azadiyek hebe jî ew bi saya Rêber Abdullah Ocalan wê were mîsogerkirin. Bê Rêber ji bo me jiyan û azadî tune ye.”
 
Di hilbijartinan de wê AKP bi ser nekeve
 
Zelalê destnîşan kir ku wê AKP bi ser nekeve û wiha got: “AKP wê bi ser nekeve her wiha bi îradeya gelê berxwedêr a li bakur wê di vê hilbijartinê de azadî, vîn û îradeya kurdên li Bakur û Tirkiyeyê wê bi ser bikeve.”
 
Zelalê da zanîn divê hemû kurd dengê xwe bi kar bînin û got: “Em wek xelkê Şehba, Efrîn û Helebê ji bo Partiya Çep a Kesk piştgirîyê didin û em li pişta we ne.”
 
Di dawiya şahiyê de Koma Çiyayê Kurmênc a Stranan û koma Pakrewan Hêva ya Hîlala Zêrîn stranên xwe yên şoreşgerîyê pêşkêşî gel kir û bi gerandina govendê şahî bi dawî bû.