Ji Îzmîrê bang: Ji bo jiyanek azad werin qada Gundogduyê!

  • 09:05 10 Gulan 2023
  • Ramyarî
 
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Partiya Çep a Kesk  ji bo mîtînga fînalê ya li Îzmîrê wê pêk bîne banga tevlibûnê kir û diyar kir ku tevlibûna jinan a mîtîngê gelek girînge û bang li her kesî kir ku tevli mîtîngê bibin.
 
Partiya Çep a Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de di 12’ê Gulanê de li Îzmîrê li Qada Gundogdu wê yek ji mîtînga fînalê pêk bîne. Hevserokê giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sîncar, Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin, Başak Demîrtaş, Serokê giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz, Hevseroka giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş, endama Lijneya Berdevkên Partiya Azadiyên Civakî (TOP) Julîana Gozen û namzetê Îzmîrê wê tevli bibin. Jinan ji bo mîtîngê banga tevlibûnê kirin.
 
‘Ji bo guhertinê deng ji Çep a Kesk re ne’
 
Namzeta Herêma Yekemîn a Partiya Çep a Kesk Hediye Korkut bang li dayikan kir û got ev hilbijartin pir girînge û wiha vegot: “12’ê Gulanê de mîtînga me heye. Namzetên me tên. divê em wan tenê nehêlin. Em li qada Gundogduyê li benda gelê xwe ne. Em bang li hemû dayikan dikin. Ev hilbijartin pir girînge. Yên welat bi rêve dibin şer derdixin. Em dayik şer naxwazin. Ev şer li ser gelê Kurd tên meşandin. Em ji bo tevlibûna mîtîngê bang li gelê Kurd dikin. Ji bo guhertin vê rejîmê  divê em dengan bin Partiya Çep a Kesk.”
 
‘Em bi îda ne’
 
Namzeta Îzmîrê Burcugul Çubuk jî daxuyakirin ku  yên partîbûyîna me ya Tirkiyeyê red dikin wê bibinin ku gel çawa xwedî lê derdikeve û wiha got: “Yek mîtînga fînalê li Îzmîrê tê kirin. Em gelek bi bî dia ne. Yên dibêjin ji her herêmê hunê yek parlamenterekî derxin wê bibinin hêza gel çawa ye. Em bi jinan re gelek bi îdiane. Têkoşîna jinan  a Îzmîrê pir xurte. Di vê mîtîngê de wê bê dîtin ku gel jiyanek çawa dixwaze. Ez bang li gelên îzmîrê dikim. Bila her kes di vê mîtîngê de cihê xwe bigire.”
 
‘Hilbijartinek pir girînge’
 
Hevseroka EMEP’ê Emîne Uyar jî  wiha anî ziman: “Em bi namzetên xwe yên ku bi listeya Partiya Çep a Kesk ketin hilbijartinê di 12’ê Gulanê de saet di 17.30’an em ê li qada Gundogdu bin.  Em bang li gelê Îzmîrê dikin ku tevli mîtînga me bibe. Ji bo jiyanek azad  hemû jin, ciwan, gundiyên hilberîner, karker, kedkaran dikin ku tevli mîtîngê bibin.”
 
‘Ev hilbijartin pir girîng e’
 
Endama Mor Sarmaşik Berfîn Kaya jî bi lêv kir ku ji bo femînîstan ev hilbijartin pir girîng e û ji bo têkibirina faşîzmê pir krîtîk e. Berfînê wiha dawî lê anî: “Ji roja HDP ava bûye li dijî faşîzmê têdikoşe.  Niha bi Partiya Çep a Kesk dikeve hilbijartinan.  Partiya ku têkoşîna azadî û aştiyê dide ye. Me wek Mor Sarmaşik di pêvajoya rakirina Peymana Stenbolê de bi HDP, Partiya Çep a Kesk û pêkhateyên din re têkoşîn da.Divê femînîst dengên xwe bidin Partiya Çep a Kesk. Em femînîst em ê di Qada Gundogdu bin.”