ROJEVA 10'Ê GULANA 2023'YAN

  • 09:00 10 Gulan 2023
  • Rojev
 
*Endama Plarforma Jinan a Şahmeran a Mêrdînê Gulîzar Îpek, têkildarî polîtîkayên taybet ên şer a li hemberî jinan axivî û got: "Ji bo guhertina pergala heyî ev hilbijartin gelek girîng e. Ez bang li jinan dikim ku ji bo guherîna vê pergalê dengê xwe bikarbînin û em jin teqez dê bi ser kevin." BI DÎMEN 
 
*Gurbet Aydin a bi navê Hozan Mizgîn di nav Gelê Kurd de bi dengê xwe yê zelal tê nasîn. Mîzgîn bi têkoşîna azadiya jinan û  hunerê bû sembol. PORTRE 
 
*Namzeta Partiya Çep a Kesk a Qersê Gulcan Alp diyar kir ku bibin yek wê vê rejîmê biguherin û daxuyakirin ku yekane navnîşana ku li dijî xizanî, kuştinên jinan, talan xwezayê têdikoşe Partiya Çep a Kesk e. BI DÎMEN 
 
*Ji hilbijartinan re demek kurt ma û li Colemêrgê xebat bê navber didomin. Aktîvîsta TJA’yê Şadiye Kirmizigul xebatên li Colemêrgê nirxand û diyar kir ku her dengek wê pêşî li zilm, qetilkirin, tundî û girtina jinê bigire. Şadiya got:"Wê li Colemêrgê deng ji bo azadiyê bê bikaranîn." BI DÎMEN 
 
*Gelek jin, bi pêşengiya TJA'yê di 16’ê mijdara 2022’yan de di çarçoveya 25’ê Mijdarê de ji Qada Kartalê meşiya Kolana Rihtimê. Di meşê de bi hinceta wêneyê Sakîne Sancizê vekiriye li Dayika Aştiyê Bedîa Gokguz doz hat vekirin. Bedîayê da zanîn ku ev polîtîka çewisandinê ye û heta dawiya jiyana xwe wê têkoşîna xwe bidomîne. BI DÎMEN 
 
*Jinên femînîst diyar kirin ku ev hilbijartin ji bo jinan gelek krîtîke û ne tifaqa Cumhur ne jî tifaqa Mîllet ji bo jinan hêviyê nade, ji bo nûneriyeke xurt a jinê wê  dengên xwe bidin Partiya Çep a Kesk. BI DÎMEN 
 
* Jinên li navçeya Dortyol a Hatayê biryara xwe ya hilbijartinê dane diyar kirin ku ew di serî de azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dixwazin û wê mohra xwe li bin darê bixin. BI DÎMEN 
 
*Partiya Çep a Kesk  ji bo mîtînga fînalê ya li Îzmîrê wê pêk bîne banga tevlibûnê kir û diyar kir ku tevlibûna jinan a mîtîngê gelek girînge û bang li her kesî kir ku tevli mîtîngê bibin. BI DÎMEN
 
*Ebru Gunay diyar kir li Aydinê namzetên jin rastî eleqeyek mezin tên, siyaseta riya sêyemîn li Aydinê belav bûye û got wê parlamenteriya ku bi komployên desthilatdariyê hatine xespkirin ji nû ve bigirin. DÎMEN HEYE
 
*Aysel Dogan a ku jiyana wê wekî ya hevala wê ya têkoşînê Sakîne Cansiz her tim bi pevçûnê derbas bû ev saleke jiyana xwe ji dest daye. Xeyalê Ayselê ya ku her cara dihat vî welatî dihat girtin, têkoşîna hevpar a rêhevalên wê bû. 
 
*Partiya Çep a Kesk, li Mêrdîn û navçeyên wê xebatên xwe didomîne. (10.00-18.00) 
 
** Danîşîna duyemîn a kujerê Firdevs Babat dê li 3’yemîn Cezayê Giramn a Şirnexê were dîtin.(13.00)