Partiya Çep a Kesk banga beşdariya mitînga Xarpêtê kir

  • 14:03 9 Gulan 2023
  • Ramyarî
 
XARPÊT - Partiya Çep a Kesk sibê li Xarpêtê mitînga mezin li dar dixe û banga tevlîbûna mîtîngê hat kirin.
 
Partiya Çep a Kesk sibê li Qada Stasyonê ya Xarpêtê saet di 16.00’an de mitînga mezin a hilbijartinê li dar dixe. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir dê beşdarî mitîngê bibin. 
 
Namzetên partiyê banga beşdariya mitîngê li xelkê Xarpêtê kirin û gotin: "Werin em bi ruh û coşa Newrozê mitînga xwe li dar bixin. Ev mitîng gelek girîng e. Lewma em dixwazin bi girseyî derbas bibe. Divê gelê me nekeve wê şik û gumanê ku wê raya wan vala biçe Em hemû xelkê xwe vedixwînin mitînga me ya 10’ê mehê.”