Wê li Şengalê dijî Peymana 9'ê Cotmehê meşek bê lidarxistin

  • 09:49 9 Gulan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Civaka Êzidî bi hemû pêkhateyên li Şengalê ve, wê sibehê li dijî Peymana 9’ê Cotmehê ya di navbera PDK û hikumeta berê ya Kazimî a li dijî xelkê Şengalê hatî îmzekirin, meşek girseyî li dar bixin. Banga tevlîbûnê hate kirin.
 
Di 9’ê Cotmeha 2020’î de di navbera Hikumeta berê ya Iraqê (Mistefa Kazimî) û hikumeta Herêma Kurdistanê de “Peymana Şengalê” hat îmzekirin. Piştî ku ew peyman hat imzekirin hikûmeta Iraqê û PDK’ê gelek caran xwest ku Şengalê bixin bin kontrola xwe. Lê hewldana destwerdana Şengalê her tim bi berxwedana civaka Êzidî têk çû. Di demên dawî de PDK carek din dixwaze peymanê bixe rojevê û bi hikumeta nû ya Sudanî re bixe meriyetê. Duh cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Xweser a Şengalê hişyarî da bû û bang li hemû kesî kiribû da ku xwedî helwest bin.
 
Li ser vê bangewaziyê û bi armanca retkirina Peymana 9’ê Cotmehê, sibehê wê li navenda Şengalê meşek girseyî were lidarxistin. Meşa ku bi pêşengiya Meclîsa Xweser a Şengalê wê bê lidarxistin, wê saet di 14:00’an de, ji ber avahiya Meclisa Gel a Şengalê dest pê bike, heya çerxerêya Yermûk dewam bike. Piştî ku meşvan gihiştin cihê xwe, wê li ser navê pêkhateyên Şengalê daxuyaniyek çapemeniyê were dayîn.
 
Meclîsa Xweser a Şengalê bang li her kesê kir da ku tevlî meşê bibin û dijî hewldanên PDK’ê yên ji bo Peymana 9’ê Cotmehê xwedî helwest bin.