Li Îzmîrê piştevaniya jinan a ji bo Partiya Çep a Kesk mezin dibe

  • 09:04 9 Gulan 2023
  • Rojane
 
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Kesk diyar kirin jin dixwazin bi Partiya Çep a Kesk re guhertinê çêbikin û wiha gotin:"Em bang li jinan dikin ku werin buroyên jinan û bi awayekî çalak bixebitin. Her wiha beyannameya jinê li her derê rave bikin. Divê her kes piştgiriyê bide Partiya Çep a Kesk û di bin banê vê partiyê de jin xwe bi rêxistin bikin."
 
Ji roja hilbijartinê re demeke kurt ma. Partiya Çep a Kesk xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne. Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Kesk di çarçoveya karên hilbijartinê de bal kişandin ser xebat û daxwazên jinan. 
 
'Jinên kurd dixwazin tecrîd rabe'
 
Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk a herêma yekemîn a Îzmîrê Hediye Korkut diyar kir jin giliyê tengasiyên aboriyê dikin, jinên kurd jî bi taybet di warê meseleya kurd de li hêviya çareseriyê ne û wiha got:"Em jinên zarokên wan di girtîgehan de ne dibînin. Jinên kurd dixwazin tecrîd rabe. Em bi taybet wekî Dayikên Aştiyê aştiyeke bi rûmet dixwazin. Jin naxwazin kesek zilmê bibînin. Têkiliya kurdên li vir bi tirkên li vir hene. Bi tirkan re zewicîne zarokên wan hene. Ne mêvanên vî memleketî ne. Em dixwazin pergala niha biguhere. Gelê Kurd li dijî tecrîdê ye. Heta roja hilbijartinê ya dawiyê jî em ê xebatên xwe bidomînin."
 
'Em li ser pirsgirêkên jinan diaxivin'
 
Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk a herêma duyemîn a Îzmîrê Aysel Onen Turan da zanîn ew ê jin biguherînin û wiha pê de çû:"Em jinan re li ser pirsgirêkên Îzmîrê û welat diaxivin. Jinên 20 sal berê digeriyan niha dibêjin di hundur wesayitê de jî ew ne di nava ewlehiyê de ne. Em li ser cinayetên li dijî jinan diaxivin. Em li ser mijarên buhayiyê ya jin jê bi bandor dibin û li ser wê ji bo azadiyê budçeyeke çawa bê veqetandin diaxivin. Li Îranê têkoşîna jinê bû sedema guhertinê. Li gelek aliyên cîhanê jî jinan dest pê kirin. Îro em herin ku derê jin lê hene. Hêz di destên jinan de ye tenê divê vêya bibînin."
 
'Em xebatên polîtîk û rêxistinbûyina têkoşînê dikin'
 
Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk a herêma yekemîn a Îzmîrê Burcu Gul Çubuk da zanîn ku hema bêje ew partiya yekem in ku li kolan û taxan xebatan dikin û wiha got:"Dema jin hînî polîtîkaya partiya me dibin û çav li hejmara zêde ya namzetên jin dikevin bi sempatî nêzî Partiya Çep a Kesk dibin. Li derekê dema em li ser mijarekê diaxivin herî zêde jin bertekên xwe tînin ziman. Buroyên hilbijartinê jin bi awayekî çalak bi kar tînin. Jin bêtir dixebitin û li pêvajoyê xwedî derdikevin. Em tenê xebatên hilbijartinê nakin di heman demê de em xebatên polîtîk û rêxistinbûyina têkoşînê dikin."
 
'Cihgirtina jinê ya rêza yekem tercîhên jinan diguhere'
 
Burcu bi lêv kir ku di xebatên bi jinan re dikin de dibînin ku bi taybet Peymana Stenbolê çiqasî girîng e û wiha lê zêde kir:"Dema em dibêjin Wezareta Jinê girîngiyeke vê heye. Dema em tînin ziman ku em ji bo çi li berxwe didin em bertekên erênî digirin. Cihgirtina jinê ya rêza yekem a di Partiya Çep a Kesk de tercîhên jinan diguhere."
 
'Divê jin di bin Çepa Kesk de xwe bi rêxistin bikin'
 
Burcuyê da zanîn jin dibêjin ew ê dengê xwe bidin kesên ji bo jinan dixebitin û wiha bi dawî kir:"Em bang li jinan dikin ku werin buroyên jinan û bi awayekî çalak bixebitin. Her wiha beyannameya jinê li her derê rave bikin. Tifaqa Cumhur dijminê jinê ye. Tifaqa Millet jî di beyannameya xwe de negotiya Peymana Stenbolê. Loma divê her kes piştgiriyê bide Partiya Çep a Kesk û di bin banê vê partiyê de jin xwe bi rêxistin bikin."