Hilbijêrên Geverê: Deng ji bo Partiya Çep a Kesk

  • 09:02 9 Gulan 2023
  • Ramyarî
Rabîa Onver 
 
COLEMÊRG - Jinên li Geverê dijîn bal kişandin ser girîngiya hilbijartina giştî ya 14'ê Gulanê û gotin: "Dê li dijî qetilkirina jinan û ji bo azadiya raman û ziman dê dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk." 
 
Xebatên hilbijartina giştî ya 14'ê Gulanê didomin. Partiya Çep a Kesk li gund, navçe û bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê xebatên xwe bi coş û kelecaneke mezin didomîne. Li gund û navçeyên Colemêrgê jî xebat bi kelecaneke mezin pêk tê.
 
Jinên ku li Gevera Colemêrgê dijîn nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman. 
 
Şehrîban Tekînalp, diyar kir ku di hilbijartina giştî ya 14'ê Gulanê de deng bide û got: "Ez ê dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk. Ji ber ku tenê ev partî li dijî qetilkirina jinê têdikoşe. Ez hêvî dikim ku êdî jin neyên qetilkirin û kujerên jinan jî bên darizandin. Ji ber vê yekê em yek car dibêjin Partiya Çep a Kesk." 
 
Sevîm Kina, da zanîn ku her tim dengê xwe daye Partiya Demokratîk a Gel (HDP) û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Di hilbijartinê de dengê xwe ji bo Kiliçdarogluyê bikar bîne û ji bo parlamenteriyê jî dê dengê xwe bide Partiya Çep a Kesk. Ez hêvî dikim ku qetilkirina jinê bi dawî bibe, şîdeta li hemberî jinê bê rawestandin. Ji ber ku di dema îktîdara AKP'ê de me gelek hevalên xwe winda kir. Em hêvî û daxwaz dikin ku piştî hilbijartinê hem ji bo jinan û hem jî ji bo welat azadiyek pêk bê."
 
'Em azadiyê dixwazin'
 
Ferîde Dede jî destnîşan kir ku bila êdî heq û edalet bi ser keve û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Em kurd in û em ê dengê xwe bidin xwe. Ji bo jiyaneke aram û ji bo jiyaneke bêkuştin em ê dengê xwe bikarbînin. Em dixwazin êdî azadî pêk bê."
 
Viyan Gul, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser girîngiya Partiya Çep a Kesk: "Ez ê dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk û Kemal Kiliçdaroglu. Em hêvî dikin ku deriyê girtîgehê vebin. Ez ji bo gelan û ji bo jinan azadiyê dixwazim."
 
'Em dixwazin bi zimanê xwe perwerde bibin'
 
Zerda Ergudar, da zanîn ku ji bo zimanê zikmakî dê dengê xwe bide Partiya Çep a Kesk û wiha bi lêv kir: "Ji bo ez bikarim bi zimanê dayikê perwerde bibim ez dengê xwe bikartînim. Daxwaza me ev ê ku Partiya Çep a Kesk li her derê bi ser keve. Em dixwazin qetilkirina jinan bi dawî bibe. Her wiha em dixwazin ku em li ser axa xwe bi zimanê xwe biaxifin. Ez di vê baweriyê de me ku ev hilbijartin dê ji bo me baş derbas bibe." 
 
Gulcan Bozkurt, wiha behsa girîngiya hilbijartinê û Partiya Çep a Kesk kir: "Ez wek jineke kurd piştevaniya Partiya Çep a Kesk dikim. Partiya Çep a Kesk dê bibe dengê kurdan. Ez ji ber ku kurd im ez ê dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk. Niha rê li ber azadiya ramanê hatiye girtin, dema ku em fikrê xwe tînin ziman polîs li ber deriyê me radiwestin. Ev cudakariyeke mezin e û li hemberî kurdan pêk tê. Ez wek jineke kurd azadiyê dixwazim."