‘Ji bo pêşerojeke azad, dengê xwe didim Partiya Çep a Kesk’

  • 21:41 8 Gulan 2023
  • Ramyarî
ÎZMÎR - 246  akademîsyen, hiqûqnas, hunermend, rojnamevan û nivîskar diyar kirin ku ji bo jiyaneke birûmet û pêşerojeke azad, dengê  xwe didin Partiya Çep a Kesk.
 
246 akademîsyen, hiqûqnas, hunermend, rojnamevan, nivîskar û mafparêz di nav de, diyar kir ku hilbijartinên 14’ê Gulanê wê dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk. Li Îzmîr Sanatê ku li Parka Kulturê ye, civîna bi çapemeniyê re hat çêkirin. Daxuyaniya bi serenavê “Ji bo jiyaneke birûmet û pêşerojeke azad, ez dengê xwe didim Partiya Çepên Kesk” di civînê de hat ragihandin. Rêveberên HDP’yî, Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin, namzedên parlamenteriyê yên herêma 1’emîn û 2’yemîn û gelek welatî tev li civînê bûn.
 
Akademîsyen Nîlgun Toker ku di civînê de axivî, got: “Ji roja rewşa awarte li welat hatiye ragihandin, rewşa awarte hatiye asayîkirin. Ez jê re dibêjim dîktatoriya faşîzan. Em di bin zexteke faşîzan de dikevin hilbijartinan. Bi van hilbijartinan, em dixwazin bera rejîma faşîzan bidin. Ji bo rakirina vê dorpêçê, em bûn yek. Partiya Çepên Kesk, vîna wan kesan e ku ji bo aştî, edaletê û mafên mirovan bi her awayî bedel dane. Lewma, dengên me ji Partiya Çepên Kesk re ne.”
 
Akademîsyen Zerrîn Kûrtoglû, daxuyaniya bi serenavê “Ji bo jiyaneke birûmet û pêşerojeke azad dengê min ji Partiya Çepên Kesk re ye” xwend:
 
Di daxuyaniya ev tişt destnîşankirin: 
 
“* Ji bo dawiyê li wesayeta navendî bînin û demokrasiya xwecihî ava bikin,
 
* Ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd,
 
* Ji bo girtina rê li ber betalî, xizanî, xwarina kedê û qetila karkeran,
 
*Ji bo bidawîkirina rejîma qeyûman,
 
*Ji bo bidawîkirina xespkirina mafan û cihêkariyê ku bi rêya biryarnameyên bi hikumê zagonan tên kirin,
 
* Ji bo qedandina zordestiya mêran a li ser jinan, pêkanîna wekheviya zayendî,
 
* Ji bo têkoşîna li dijî neyartiya berpêyî penaberan, parastina her kesekê/e li welêt dijî, mîsogerkirina jiyana bi wekhevî û bi hev re,
 
* Ji bo jiyana di nava ekosîstemekê de bêyî hiyerarşî,
 
* Ji bo avakirina Komara Demokratîk,
 
* Bi kurtasî, ji bo jiyaneke birûmet û pêşerojeke azad, dengê min ji Partiya Çepên Kesk re ye.”
 
Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin ku di civînê de axivî, wiha got: “Ev hilbijartin, ji bo me fersendeke dîrokî ye. Ne bi tenê ji bo Tirkiyeyê, ji bo herêmê jî hilbijartineke giring e. Ji bo dîroka cîhanê hilbijartineke giring e. Em 17 partiyan temsîl dikin. Eger em bi ser bikevin, 15’ê Gulanê em ê rê li ber rojên xweştir vebikin. Her deng, giring e ji bo me.”