Ji bo tevlibûna mîtînga Cîzîrê banga tevlibûnê

  • 13:52 8 Gulan 2023
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Rêxistina  Partiya Çep a Kesk a Cizîrê di çarçoveya xebatên xwe de serdana esnafan kir û banga tevlibûna mîtî.
 
Partiya Çep a Kesk di çarçoveya xebatên xwe de wê sibê saet 13.00 an de li qada Newrozê ya Cizîrê mîtînga xwe ya fînalê li dar bixe. Di çarçoveya van ebatan de, Rêxistina Partiya Çep a Kesk ya navçeya Cizîrê bi namzetên xwe yên Şirnexê Ayşegul Dogan û Zekî Îrmez, Tevgera Jinên Azad(TJA), Komeleya Ziman û Çandê ya Bircabelekê, Meclîsa Dayikên Aştiyê serdana esnafan kir û banga tevlibûna mîtîngê li gel kir.
 
Heyetê li kolanên Orhan Dogan, yên  Hezexê û li  kolana Nisêbînê belavok belav kirin û serdana esnafan kir.  Heyet ji aliyê gel ve bi girseyî û bi coş hat pêşwazîkirin.