Derbarê rojnameger Gulşen Koçuk de biryara neşopandinê

  • 13:38 8 Gulan 2023
  • Hiqûq
 
AMED - Di lêpirsîna ku di sala 2022an de der barê edîtora me Gulşen Koçuk de bi îdiaya "endamtiya rêxistina terorê" hatibû destpêkirin 1 sal şûnde biryara neşopandinê hat dayîn.
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de, ku hat destpêkirin di 8'ê Hezîrana 2022'yan de 20 jê rojnameger bi giştî 22 kes hatibûn binçavkirin. Ji rojnamegerên hatin binçavkirin  Mudura Karên Nivîsê ya JINNEWS'ê Safiye Alağaş, Hevserokokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Edîtorê Ajansa Mezopotamya (MA) Azîz Oruç, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş û rojnamevan Zeynel Abidin Bulut, Omer Çelîk, Mazlum Dogan Guler, Îbrahîm Koyuncu, Neşe Toprak, Elîf Ûngûr, Abdurrahman. Doguhan, Remziye Temel, Ramazan Late, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn di nav de di 16'ê Hezîranê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin. Rojnameger Gulşen Koçuk, Esmer Tunç, Mehmet Yalçin, Kadîr Bayram, Feyinaz Koçuk û Îhsan Ergunlu jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
 
Piştî 10 mehan îdianame temam bû
 
Îdianameya der barê 15 jê girtî 16 rojnamegeran de piştî 10 mehan hat amadekirin û ji aliyê 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin. Rûniştina yekem dê di 11'ê Tîrmehê de bê kirin. Îdîanameya der barê Mudura me ya Karên Nivîsê Safiye Alagaş a ku dîl hatibû girtin, ji aliyê 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin û danişîna wê ya yekemîn dîroka wê  15'ê Hezîranê hat dayîn.
 
Biryara bêşopnandinê
 
Derbarê edîtora me Gulşen Koçuk a ku di nav rojnamegeran de dihat darizandin, biryara neşopandinê hat dayîn. Di dosyaya Gulşen de nûçeyên ku çêkiriye, nûçeyên di ajansê de hatine weşandin cih digirin.