Hilbêjerên Stenbolê: Ev îktîdar dê teqes biçe

  • 10:17 8 Gulan 2023
  • Ramyarî
 
Rozerîn Gultekîn - Elfazî Toral
 
STENBOL - Partiya Çep a Kesk bi dirûşma "Em li vir in em ê bi jinan re biguherin" gelek jin anî ba hevdu. Jinan li vir gotin ew ê di 14'ê Gulanê de ronahiyê bînin Tirkiyeyê lê ne bi ampulê bi kenê kurdan. 
 
Ji Hilbijartina giştî ya 14'ê Gulanê re demek kurt ma. Partiya Çep a Kesk li dijî bêedaletiyê, li dijî polîtîkayên bêcezahiştinê û li dijî polîtîkayên taybet ên şer û qirkirina jinê daketin qadan û bûn dengê welatiyan. Xebatên hilbijartinê mal bi mal didomin. Ligel van xebatan jî li Parka Yogurtçu a Kadikoyê hevdîtina jinan bi dirûşma "Em li vir in, em ê bi jinan re biguherînin" pêk hat. 
 
Li qada hevdîtinê coş û kelecana jinan derket asta herî jor. Jin bi dirûşmên xwe bal kişandin ser daxwaên xwe û bi govendê yekitiya xwe ya li hemberî serdestan anîn ziman. Her wiha li qadê xebatên ji bo muşahîtbûnê jî hatin kirin. 
 
Li qadê jinan bi cilên xwe yên netewî bi dirûşma “Jin jiyan azadi” û “Bijî berxwedana zindana” qadê xemiladin. Jinan di hevdîtinê de bal kişandin ser serkeftina Partiya Çep a Kesk. Her wiha carek din bêtehemûliya polîsan xwe li qadê nîşan da û polîsan dest danî ser lacikên kesk sor û zer û di encamê de jineke 70 salî di nav de 4 jin hatin binçavkirin. 
 
Jinên ku tevlî hevdîtinê bûn ji ajansa me re axivîn, daxwaz û hêviyên xwe anîn ziman. 
 
'Partiya me dê bibe ronahiyek ji Tirkiyeyê re'
 
Rojda Kiliç, diyar kir ku jin dê li Tirkiyeyê bi ronahiyek û got: "Em ê ronahiyê bînin Tirkiyeyê lê belê ne bi ampûlê. Hûn jî dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk û bibin ronahiyek. Ez ê cara duyemîn deng bikarbînim. Cara ewilê jî bin biryara xwe dabû ez ê niha jî heman biryarê bidim. Li dijî bêdengkirina kenê me, li dijî qetilkirinê em ê dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk. Em nahêlin ku me bêdeng bikin. Em ê her dengê xwe bilind bikin û di nava berxwedanê de bin."
 
'Têkoşîna me dê bidome'
 
Ronahî Bakir zanîngehê dixwine û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Heta ku ev îktîdar hebe azadiya jinê dê li vî welatî pêk neyê. Li welat qirkirina jinê heye. Her roja ku derbas dibe Tirkiye paşve diçe. Êdî em xwe di nav ewlehiyê de hîs nakin. Em dixwazin kesên ku dengê me bibhisin bên îktîdarê. Ji ber vê yeke jî em ê her tim têkoşîna xwe bidomînin. Niha cihê ku em lê ne bi ewle ye, ji ber ku hemû jinên ku heman pirsgirêkan jiyane niha li vir in. Em jinên ku heman têkoşînê didin li vir kom bûne. Em dibînin ku jin ne bi tenê ne. Em ê heta azadiya xwe bi dest bixin li vir bin."
 
'Em hêzê ji hevdû digirin'
 
Ceren Guner jî diyar kir ku li qadan hem hersa xwe û hem jî coşa xwe tînin ziman û wiha bi lêv kir. "Ji ber ku em li vir in û îktîdar êrişê li me dike. Xizaniya jinê her ku diçe kûrtir dibe û rê li ber qetilkirina jinan vedike. Em li vir in, bi hev re ne, em bi hev re dengê xwe bilind dikin û hêzê ji hevdû digirin. Em li dijî pergala serdest a mêr têdikoşin. Ji bo me piştî 14'ê Gulanê girîng e. Em ê vê îktîdara heyî bişînin."
 
'Dê ev îktîdar teqes biçe'
 
Eylul Kara jî daxuyand ku divê teqes ev îktîdar biçe û dirêjî da axaftina xwe: "Li dijî qetilkirina jinan û polîtîkayên qeyûman divê ev îktîdar teqes biçe. Bi tayînkirina qeyûman sazî û dezgehên jinan hatin girtin. Her roj 3 jin tên qetilkirin û saziyên ku têkoşîn didin jî tên girtin. Di vê hilbijartinê de dê îktîdar biçe û ji bo jinan jî dê qadên azadiyê pêk bên."