ROJEVA 8'Ê GULANA 2023'YAN

  • 09:00 8 Gulan 2023
  • Rojev
 
*Jinan diyar kirin ku Partiya Çep a Kesk ji bo jinan hêviyek mezin e û gotin: “Kavileke 20 salan li welat heye. Partiya Çep a Kesk wê pirsgirêkan çareser bike. Jin wê di 14’ê Gulanê de bi dirûşma 'jin jiyan azadî' bersivê bidin û dethilatdariyê hilweşînin.” DÎMEN HEYE
 
*Jinên tevli mîtînga Partiya Çep a Kesk a Erdîşê bûn bal kişandin ser polîtîkayên zext û şer yên desthilatdariyê û bang kirin ku di serî de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan girtyên siyasî divê azad bibin. DÎMEN HEYE
 
*Tevî di ser erdhêjê Re 3 meh derbas bûN bandora hilweşînê li taxa Oren a Argan a Meletiyê wek xwe ye. Jinên taxê  bi derfetên xwe têkoşîna jiyanê didin û ji bo soza çêkirina xanî ya desthilatdariyê jî berteka "We kefen nedî hunê xanî çêbikin" nişandan. DÎMEN HEYE
 
*Li Rihayê ku vekirinên buroyan vediguherin mîtîgan, jin eleqeyek mezin nîşan didin. Hevberdevka Partiya Çep a Kesk a Rihayê Senem Erîş diyar kir ku faşîzma wis ditirse parlamenteriyên parlamenterên jin xistine û xistine zindanan. Senemê got wê jin biserkevin. DÎMEN HEYE
 
*DDB’ê der barê qedexekirina Qada Galatasarayê ya ji bo Dayikên Şemiyê biryara binpêkirinê da  lê tevî vê 5 hefteye qad tê qedexekirin û dayikên şemiyê tên binçavkirin. Dayika şemiyê Îkbal Eren got,  "Birayên Suleyman Soylu gumanbarê xizmên me ne' qedexe bi biryara kêfî ya Suleyman Soylu tên kirin." DÎMEN HEYE
 
*Seroka Navenda Koordînasyon û Ewlehiya Sindoqan a Hilbijartinê ya Baroya Îzmîrê parêzer Gamze Şîmşek da zanîn ku wê roja hilbijartinê  li hemû bajaran li ser sindoqan bin û daxuyakirin ku divê hilbijêr nekevin fikaran û li her dibistanê wê parêzerek li ser peywirê be. DÎMEN HEYE
 
*Partiya Çep a Kesk bi dirûşma "Em li vir in em ê bi jinan re biguherin" gelek jin anî ba hevdu. Jinan li vir gotin ew ê di 14'ê Gulanê de ronahiyê bînin Tirkiyeyê lê ne bi ampulê bi kenê kurdan. DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglu û Edîtorê MA'yê Sedat Yilmaz ên di Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de hatin girtin dan zanîn wê çapemeniya azad bi ser bikeve û gotin:"Wê îktidar here û rojê hilê"