Pervîn Buldan: Dengek ji Çep a Kesk re dengek ji ketina faşîzmê re

  • 20:53 7 Gulan 2023
  • Ramyarî
 
MANİSA - Hevseroka Giştî ya HDP’ê di mîtînga Manîsayê de axivî û banga ‘ dengek ji Çep a Kesk re dengek ji ketina faşîzmê re’ kir.
 
Partiya Çep a Kesk di çarçoveya xebatên we d eli Manîsayê mîtîng pêk anî. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin û serokê giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz tevli mîtînga li qada Lale bûn.
 
Namzetê partiya Çep a Kesk yê Manîsayê Habîp Eksîk da zanîn ku wê hesabê rondikên Emîne Şenyaşar, Roboskê û Dayika Gulsum, 300 kesên li Somayê hatin qetilkirin bipirsin. 
 
Hevberdevkê Partiya Çape a Kesk Îbrahîm Akin jî diyar kir ku wê 14’ê Gulanê de qedera Manîsayê bigtuhere û got wê di 14’ê Gulanê de faşîzmê têk bibin.
 
Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîzjî di axaftina xwe de Denîz Gezmîş û hevalên wî bibîr anî û daxuyakirin ku wê di 14’ê Gulanê de tifaqa talanê bişînin û hesab bipirsin.
 
‘Jin wê AKP’ê bişînin’
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê PervînBuldan jî axivî û da zanîn ku li her derê Tirkiyeyê Çep a Kesk heye û dema ji rejîma mêr xilas bibin hatiye. Pervînê wiha dirêjî daye: “Birêz hevalên jin em ê êdî yekitiya xwe ava bikin. Em jin wê AKP’ê bişînin.  Ji bo em ji xizanî betalî û birçîbûnê xilas bibin dema şandina AKP’ê hatiye. Di 14’ê gulanê de dema ku AKP biçe ser sergoyê dîrokê hatiye.  Dem dema tercîha navbrea şer û aştiyê de hatiye. Em ê tecrih axwe li alî aştî û demokrasiyê bikar bînin. Em ê denga xwe  ji bo kesên li Somayê jiyana xwe ji dest dan bikar bînin. Em ê ji bo dayika Emîn Şenyaşar ku nobeta edeletê digire dengên xwe bikar bînin .Em ê ji bo canên li Roboskê hatin qetilkirin denga xwe bikar bînin.”
 
Dengek ji Çep a Kesk re dengek ji ketina faşîzmê re
 
Pervînê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku gelê Manîsayê wê di 14’ê Gulanê de tercîhek girîng bike û wiha vegot: “Berpirsyariyek mezin dikeve ser mile me. Ez bang li gelê Manîsayê dikim. Dema hun çûn ser sindoqê partiyên din nebinin. Tenê Çep a Kesk bibinin û mohra xwe li wir bidin .Dengekê bidin Çep a Kesk. Dengekê jî bidin ketina faşîzmê. Yên zilmê li vî gelî dikin li jinan dikin û kedkaran dikin wê di 14’ê Gulanê de bersiva vê bigirin.”
 
Mîtîng piştî axaftinan bi stranên hunermend Cevdet Bagca bidawî bû.