Partiya Çep a Kesk xebatên xwe didomîne

  • 18:27 7 Gulan 2023
  • Rojane

NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Çep a Kesk li bajaran xebatên xwe dimeşîne û banga li welatiyan kirin ku li dijî desthilatdariyê bibin yek.

Partiya Çep a Kesk xebatên hilbijartinê bê navberdimeşîne. Namzetên ku bajar bi bajar gund bi gund tax bi tax digerin, der barê hilbijartinan de agahî dan welatiyan.

Amed 

Li tundê Hawarê ya girêdayê Rezan  a Amedê hevdîtina jinan pêk hat.  Namzeta Amedê Ceylan Akça û hevseroka HDP’a Amedê Gulistan Atasoy û gelek jin tevli hevdîtinê bûn. Ceylanê  pusulaya dengan nîşanê jinan da û der barê bikaranîna dengan de agahî da. Ceylanê her wiha da zanîn ku wê 14’ê Gulanê de desthilatdariya AKP-MHP’ê bi hev re bişînin.

Jin û zaorkan eleqeyek mezin nîşanê heyete dan. Heyetê banga xwedîderketina li dengan kir û hevdîtin bi govendê dawî bû. 

Colemêrg

Li bajaroka Xirvate ya Gever a Colemêrgê jî bi tevlibûna sedan kesî buroya hilbijartinê hat vekirin.  li aliyê din partiyi û namzetên Partiya Çep a Kesk çûn serdana gelek gundên girêdayê Colemêrgê, gundê Gagevran û Kerpêl yên Geverê, gundên Dêman, Meleyan, Kampa Deya,Serero, Helank, Alkeva yên girêdayê Şemzînanê.