Partiya Çep a Kesk li Êlihê mîtîng li dar xist

  • 17:10 7 Gulan 2023
  • Ramyarî
 
ÊLIH - Li Êlihê Partiya Çep a Kesk mîtîng li dar xist. Bi hezaran kes jin û ciwan jî di nav de bi kincên xwe yên kurdî, bi alên Partiay Çep a Kes herikîn qadê  qad dadgirtin.
 
Partiya Çep a Kesk li Êlihê mitîng li dar xist. Mitîng li Parka 8’ê Adarê ya li taxa Kulturê hat lidarxistin. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, nûnerên pêkhateyên Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd, Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetullah Aşîtî, namzetên Partiya Çep a Kesk ên Êlihê û gelek kes tevli mîtîngê bûn.  
 
Ciwanan heta qada mitîngê meş li dar xistin û bênavber dirûşm berz kirin. Pankarta “Dawî wê bi heybet be” balê dikişîne ser xwe. Gel bênavber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo" berz dikin. Jin bi cilên xwe netewî beşdar bûn. 
 
Pankartên ku gotinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li serê nivîsandî ne bal kişandin ser xwe. 
 
Li qada mitîngê girse demek dirêj li ber stranan govend gerand. Dirûşmên dilsoziya bi Ocalan re ji qadê olan didin. 
 
Mitîngê bi rêzgirtinê dest pê kir. Mitîng bi hemû coş û kelecanê berdewam kir. 
 
Ewilî namzetên Partiya Çep a Kesk ên Êlihê Keskîn Bayindir, Zeynep Odûncû, Mehmet Ruştu Tiryakî, Nûrten Ertûgrûl û Ekrem Baran derketin ser dikê û gel silav kirin. Beriya Mîthat û Keskîn, nûnerên partiyên Kurdistanî û Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran gel silav kirin û axivîn. 
  
Piştî axaftinan mîtîng bi govenda li ber stranên Hunermendê NÇM’ê Talat Yeşîl bi dawî bû.