Li Îranê jahrîkirina bi kimyasalê dewam dike

  • 15:37 7 Gulan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê êrîşên bi gazên jehrî li dijî dibistnana berdewam dikin. Li dijî van bûyerên bertekên bi hêrs ên çalakvanên sivîl ji ber berdewamiya jehrîkirina xwendekarên jin û êrîşên kîmyewî yên li ser dibistanên jinan jî berdewam dikin.
 
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê êrîşên jehrîkirina xwendekarên dibistanên jinan berdewam dikin. Çalakvanên mafên mirovan û parêzeran daxwaz ji rayedarên hikumeta Îranê kirin ku berpirsyariya xwe li hemberî van êrîşan bi cih bînin.
 
Li gorî nûçeyên hatine weşandin di êrîşên bi gaza jehrî li ser dibistanên jinan li Îranê û rojhilatê Kurdistanê de duh roja 6’ê Gulanê, herî kêm 3 dibistanên jinan rastî van êrîşan hatine û bandor li ser tendirustiya xwendekaran çêbûye. Raporan piştrast kir ku êrîşa bi jehrê bandorê li dibistana ‘Ma'es’ a jinan û dibistana ‘Ummul Mumînîn’ a li Merîwanê kir. Dibistana bajarê Hemedanê jî rastî êrîşa bi gaza jehrî hat û çend xwendekar bi jehrê ketin. Rêxistina Mafên Mirovan a Hengav ragihand ku malbatên xwendekaran dixwestin zarokên xwe ji dibistanê derbixin lê piştî ku li ber dibistanê kom bûn, hêzên ewlehiyê rê li wan girtine.
 
Ji ber êrîşan gelek kesan zirarê dît
 
Li gorî raporên mafên mirovan, 8 dibistanên jinan li bajarên Sine, Benah, Seqiz, Yezd, Tehran û Kirmaşanê rastî êrîşên gaza bi jehrî hatine. Ji ber berdewamiya êrîşa gaza bi jehrî ya li ser dibistanên Îranê, hejmarek parêzerên Kirmaşanê, li Rojhilatê Kurdistanê, hişyarî li ser ziyanên cidî yên ji ber bûyerên jehrîkirinê, dan û teqez kirin ku, hikûmet neçar e ziyanên madî û manewî yên ku ji ber van bûyeran pêk hatine telafî bike. Berdewamiya bûyerên jehrîkirinê li dibistanên welat bû sedema ziyanên giran li ser xwendekarên jin, zarok, mamoste û beşên din ên civakê.
 
Encûmena Hemahengiya Sendîkayên Mamostayan li Îranê, bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku wê roja  9’ê Gulanê, bi armanca şermezarkirina van bûyeran û ji bo bicihanîna daxwazên mamosteyan û başkirina rewşa wan, çalakiyek li dar bixin.