Partiya Çep a Kesk li Îzmîrê bi bîsîkletan çalakî kir

  • 15:23 7 Gulan 2023
  • Rojane
ÎZMÎR - Parêzvanên jiyanê yên Partiya Çep a Kesk ji bo balê bikşînin ser hesasiyeta li hemberî ekolojîyê di bernameya partiyê de li dora Behra Îzmîrê çalkiya ajotina bîsîkletê kirin.
 
Partiya Çep a Kesk ji bo balê bikişîne ser hesasiyeta ekolojîk a partiya xwe di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên Rêxistina bajarê Îzmîrê de, ji Îskeleya Ûçkuyularê heta ya Bostanliyê çalakiya ajotina bisîkletê pêk anîn. Ajovanên bisîkletan ku bi flamayên partiyê û li ber muzîkê bîsklet ajotin li sê cihan bênhna xwe vedan. Namzeda parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk Burcugul Çubuk jî piştgirî da tûra bisîkletan.
 
Yek ji kesên ku di çalakiya bi bisîkletê de cih girt, Endama Rêveberiya HDP'ê ya Îzmîrê Funda Akbulut, diyar kir ku  wê ji gera bisîkletê ya  Edeneyê heta Cilve Gözüyê ku di sala 2015'an de hatiye li darxistin a ji bo şermezarkirina şer hêz girtiye û got, "Jixwe bikaranîna bisîkletê li gorî paradîgmaya me ye. Em li dijî şer û îstîsmarê hewl didin û dxwaza jiyana azad, demokratîk û ekolojîk a jinan dikin."
 
Tura Bisîkletê li Îskeleya Bostanliyê bi dawî bû.