Mîtînga Şirnex: Çareserî di destê me de ye

  • 14:35 7 Gulan 2023
  • Ramyarî
ŞIRNEX - Li Şirnexê bi dirûşma “Em li vir in, em ê bi hev re biguherînin” mîtîng hate lidarxistin. Bernamzeta Partiya Çep a Kesk Newroz Uysal destnîşan kir ku ev hilbijartin firsendekê mezin e û got çareserî di destê me de ye.
 
Partiya Çep a Kesk li qada Newrozê ya Şirnexê bi dirûşma “Em li vir in, em ê bi hev re biguherînin” mîtîng li dar xist. Hevserokê Giştî yê Kongreya Civaka Demokratîk(KCD) Berdan Ozturk, Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) ya Şirnexê Nuran Îmîr, Hasan Ozguneş û Bernamzetên Partiya Çep a Kesk ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan, Ayşegul Dogan, Zekî Îrmez û Bedîrhan Osal beşdarî mîtîngê bûn. Qada mîtînhê bi al û flamayên Partiya Çep a Kesk ve hate xemilandin. Her wiha pankarta “Em li vir in û bi hev re biguherînin” bi dikê ve hate daliqandin.
 
Kesên ku ji du noqteyên lêgerîna polîsan derbas bûn bi cil û bergên xwe yên gelerî qad tijî kirin. Girseyê gelek caran dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Em ê bi ser bikevin”, “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.
 
Piştî deqîqeyek rêzgirtinê mîtîng bi axaftina Parlementera HDP’ê Şirnexê Nuran Îmîr berdewam kir. Nuran, destnîşan kir ku ev sedsal bi pêşengtiya jin û ciwanan dê bibe sedsala serkeftinê û got : “Bi hezaran kurd ji bo mafê zimanê xwe ji bo mafê hebûna xwe di zindanan de dîl hatine girtin. Gelê Kurd êfî kirasê koletiyê çirandiye. Gelê Kurd heya niha bindestiyê qebûl nekiriye û çok dananîye wê ji vê şûnde jî çok danayîne.”
 
Bernamzeta Partiya Çep a Kesk ya Şirnexê Ayşegul Dogan jî destnîşan kir ku 14’ê Gulanê ji bo serkeftina gelan hilbijartinekê dîrokî ye û got: “Partiya Çep a Kesk ji bo şikandina tecrîda li ser birêz Ocalan, ji bo azadiya pirtiyên sîyasî, ji bo mafê zimanê zikmakî û mafê nasname û hebûna kurdan rêya çareseriyê ye. Qederê kurdan ne serê çiya ne jî girtîgeh in. Em ê bi hev re biguherînin û çareseriyê bînin.”
 
Namzed Newroz Uysal jî diyar kir ku ev hilbijartin firsendekê mezin e û got: “heta hesîrên çavên dayikê me nesekine, heya girtiyên me azad nebe û tecrîda li ser birêz Ocalan neşkê em ê têbikoşina. Ji bo wan hemûyan jî 14’ê gulanê firsendekê mezin e. Çareserî di destê me de ye. Divê tu deng neşewite. Bila hemû gel ji dengên xwe baldar be û xwedî li sandoqan derbikeve.”
 
Mîtîng bi kilam û stranên Koma Dengê Jinên Azad bi dawî bû.