Li Efrînê çete li zarokan êrîşa zayendî dikin

  • 13:52 7 Gulan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Efrîna dagirkirî zarokek keç a 10 salî ji aliyê serçeteyê bi navê Ahmed Mamdoh êrîşa zayendî lê hat kirin.
 
Dewleta Tirk û komên girêdayî wê ku ev 5 sal e Efrîn dagir kirine, pêkanînên wan ên dij mirovî yên li beramberî jin û zarokan her roja ku diçe zêde dibin. Herî dawî li gor agahiyên ku hatine bi dest xistin hat zanîn ku zarokek keç a 10 salî ji aliyê serçeteyê komên girêdayî dewleta Tirk ve êrîşa zayendî lê hatiye kirin. Hat zanîn ku piştî êrîşa ku bû sedemê hirsek mezin a gel, serçete reviyaye gundê Kora yê girêdayî navçeya Cindirêsê.
 
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) der barê mijarê de daxuyanî da û got: “Serçeteyê bi navê Ahmed Mamdouh yê çeteyên El- Amshat ê girêdayî dewleta Tirk a dagirker, li navçeya Shih ya Efrinê êrîşa zayendî hemberî zarokek keç a 10 salî pêk aniye. Ev çete piştî ku sûc kir reviya gundê Kora yê girêdayî navçeya Cinderêsê. Ev bûyer ne bûyera yekem e li Efrîna di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de li beramberî jin û zarokan tê pêkanîn. Êrîşên zayendî, komkujiyên beramberî gel, revandina mirovan ketiye rewşa ku her tim were jiyankirin. Li Efrîna ku ev 5 sal e hatiye dagirkirin pêkanînên dij mirovî berdewam dike.”