Hejmara 10'emîn a kovara webê ya Jinê derket

  • 10:35 7 Gulan 2023
  • Rojane
STENBOL - Hejmara 10'emîn a kovara webê ya Jinê ku her roja Yekşemê tê weşandin, bi sernavê "Wê wekhevî ji vê sindoqê derkeve, ne tenê mêrek" bi xwendevanan re hat gel hev.
 
Hejmara 10'emîn a kovara webê ya hefteyî Jin bi sernavê "Wê wekhevî ji vê sindoqê derkeve, ne mêrek" derket. Hicran Urun di vê hejmara kovarê ya ku her roja yekşemê derdikeve de, gotûbêja bi Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgûn Uçar re ya bi sernavê "Dadgehên Pispor ên Jinan, mafê teqawîtbûnê ji bo keda malê"û temsîliyeta jinan a xurt: Wê wekhevî ji vê sindoqê derkeve." kir cih digire.
 
Ji aliyê din ve Nişmiye Guler bi hevpeyvîna xwe ya bi namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk a Amedê Adalet Kaya re ya bi sernavê "Dara Çep a Kesk, hêviya nû ya jiyanê ya jinan" de behsa qanûnên ku mijara wan bazar û destkeftiyên jinan e dikke.
 
Dîsa di hejmara xwe ya nû de namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk a Dêrsimê Ayten Kordu li ser xebatên jinan ên Partiya Çep a Kesk bi nivîsa "Em jin xwedî hêza ku em ji rejîma yek mêrî re bêjin 'bisekine'" nivîsî.
 
Handan Coşkun, "2 milyon û nîv zarok di erdhejê de mexdûr bûn: Li mafên zarokan baldar bin!" balê dikişîne ser pirsgirêkên zarokên mexdûrên erdhejê. Mehtap Filiz Sakık jî di nivîsa xwe ya bi sernavê "Ji dayika min re soza min a gorekê heye" de  behsa kesên di serdema desthilatdariya AKP'ê ya 20 salan de hatin qetilkirin û kiryarên wan bê ceza hatin hiştin dike.
 
Oya Açan di nivîsa xwe ya bi sernavê “Normaliyên nenas” de behsa qirkirina Ermeniyan û tevgerên normalîzebûyî yên di encama qirkirinê de kir, Heja Zerya di gotara xwe ya bi navê “Hilbijartina Nûdem û Azadiyê” de behsa girîngiya hilbijartina 2023’an kir.
 
Li aliyê din Yuksel Mutlu bi nivîsa bi sernavê“4'ê Gulana 1937 / Êşa me, roza şaye…” serpêhatiyên jinan ên di Komkujiya Dêrsimê de vegdibêje.
 
Sernavên di hemjara nû de cih digirin wiha ne:
 
 Dadgehên Pispor ên Jinan, mafê teqawidbûna ji bo keda malê û temsîliyeta xurt a jinan: Wekhevî wê ji vê sindoqê derkeve / Hevpeyvîna Çîgdem Kiliçgûn Uçar – Hicran Urun
 
* Dara Çepên Kesk hêviya jiyana nû ya jinê ye / Hevpeyvîna bi Adalet Kaya re – Nişmiye Guler
 
* Em jin xwedî wê hêzê ne ku em ji rejîma yek zilamî re bêjin 'bisekine' / Ayten Kordû
 
* 2 milyon û nîv zarok ji erdhejê bandor bûn: Li mafên zarokan baldar bin! / Handan Coşkûn
 
* Ji dayika min re soza min a gorekê heye / Mehtap Fîlîz Sakik
 
* "Normaliyên" nehatin lêkolînkirin / Oya Açan
 
* Nûdem û bijartina azadiyê / Heja Zerya
 
* 4'ê Gulana 1937'an / Êşa me roza şaye… / Yuksel Mûtlû
 
Ji bo xwendina gotarên di hejmara nû de bitikînin.