Qers ji bo mîtînga mezin amade ye

  • 09:06 7 Gulan 2023
  • Ramyarî
 
QERS - Li Qersê ji bo mîtînga ku sibê wê pêk bê, namzeta Partiya Çep a Kesk Gulcan Alp bang kir û got di bin Partiya Çepa Kesk de bên gel hev.
 
Xebatên hilbijartinê bê navber didomin. Partiya Çep a Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de serdan, hevdîtin û li aliyê din jî mîtîngan pêk tîne. Mîtînga Qersê di 8’ê Gulanê de ye.
 
Namzeta Partiya Çep a Kesk ya Qersê Gulcan Alp û hevseroka HDP’a Qersê Hacer Karataş Altay gel vexweniyê mîtîngê kirin.
 
Ji bo mîtînga mezin bang
 
Gulcanê di axaftina xwe de wiha bal kişand ser mîtîngê: “Em dibejin ku em li dijî dijhiqûqî, bêdadî, nelêrêtî û xizaniyê dengên xwe bikar bîn. Em di Partiya Çep a Kesk de bên gel hev. Em bibin yek û biguherin. 8’ê Gulanê de saet di 11.00’an d eli Qada Cumhuriyet bi tevlibûna hevseroka giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan û hevserokê giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir mîtîng pêk bê. Em hemû gelê xwe vexwendiyê mîtînga mezina Qersê dikin.”
 
‘Ji bo gelan bû deng’
 
Hevseroka HDP’a Qersê Hacer Karataş Altay jî xebat nirxandin û got partiya Çep a Kesk ji bo gelan bûye dengekî mezin û got: “Qers bajarekî kozmopolîtîk e. Ji nasnameyên cuda kes lê dijîn. Xebatên hilbijartinan de em zêdetir çûn cem jinan. Jin pêvajoyên zehmet dijîn. Jinan di xebatan de xwestin azad bibin. Hawirên azad xwestin. Partiya Çep a Kesk dixwaze bibe denge jinan. Jinên Qersê xwe di Partiya Çep a Kesk de dîtin. Me hewl da em xwe bigihînin hemû malan û mirovan. Mirov dibêjin yekane çare Partiya Çep a Kesk e. Tirk, Kurd, Terekeme, di tu hilbijartinê de min yekitiyek wisa nedîtibû.”
 
Hacerê banga tevlîbûna mîtîngê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gel dixwaze ji vê krîza li welat xilas bibin. Bi mirovan re psîkolojiya tirsê heye. Mirov dibêjin em ditirsin werin avahiya we em ditirsin bên qadan lê em ligel we ne. Em jî dibêjin ku piştgiriya gelê xwe vala derxanînin û têkoşîna xwe didomînin. Ji sê namzetê Qersê du heb jinin. Gel bi erênî pêşwazî dike û bi coşek mezin xebatan pêşwazî dikin. Em ê sibeha 15’ê Gulanê bi coşa cejnê qadan tije bikin.”