Li Semsûrê wê hezar û 452 sindoq bên danîn

  • 09:04 7 Gulan 2023
  • Ramyarî
 
SEMSÛR - Ji hilbijartinan re demek kurt ma û li Semsûrê hejmara sindoqên bên avakirin diyar bû. Endama meclîsa şardariyê Suzan Şan da zanîn ku ji bo kesên ku erdhêjê de ji bajar derketine bang kir û got bila bên dengên xwe bikar bînin.
 
Ji hilbijartinan re demek kurt ma û li bajarên ku erdhêj lê bi bandor bû jî xebat bê navber dimeşin. Li herêmên erdhêjê ku bertekên li dijî desthilatdariyê didomin, wê di 14’ê Gulanê de hesabên windayên xwe bipirsin.
 
Endama meclîsa şaredariyê Suzan Şan der barê ewlehiya hilbijartinê ya li Semsûrê de nirxandin kir.
 
‘Bayê hilbijartina 2015’an heye’
 
Suzanê got Partiya Çep a Kesk li Semsurê xebatên xwe didomîne û got: “Em çûn hemû gundan. Me sedanên gund û navçeyan kirin. Em ê biçin her cihî. Me bernama xwe derxist. Em li alî guherînê ne. Bayê guherînê ji aliyê Partiya Çep a Kesk ve tê. Em bi êş û şîna xwe diçin hilbijartinan. Em bayê hilbijartina 2015’an digirin. Hêviya me heye ku ev di sindoqan de jî wê bi bandor be. Partiya Çep a Kesk roja ewil a erdhêjê de ligel welatiyan bûn. Ez jî erdhejzede me û ji roja ewil de me kordînasyona krîzê ava kir û em li cem gelê xwe bûn. Me maseya krîzê ava kir. Me civîn kirin û dest bi xebatan kir. Gel ewil em li cem xwe dîtin. Xwarina ewil me çêkir. Em wek jin ligel wan bûn. Em erdhêjê de çûn hemû gundan. Me destê xwe da hemû mirovan.”
 
‘Em ji kevneşopiya HADEP’ê tên’
 
Suzanê balkişand ser girtin û binçavkirina namzet, rojnameger û parêzeran û wiha bertek nîşan da: “Em dizanin ku ev operasyonek li hember ewlehiya hilbijartinê ye. Yên hatine girtin û binçavkirin hevalên me bûn. Ev girtin ji bo ewlehiya sindoqan bû. Bêguman ev êrîş me naçewisînin. Em ji kevneşopiya HADEP’ê tên.”
 
Semsûr li çar herêman hat veqetandin
 
Suzanê anî ziman ku wê li Semsurê hezar û 452 sindoq bên avakirin û peywirdarên hezar û 446 sindoqî temam bûne û got: “Di erdhêjê de welatiyên jiyana xwe ji dest dane an jî çûne cihên din hene. Me Semsûr li çar parçeyî veqetand. Her herêmek nûnerekî wê yê navçeyê heye. Li her dibistanekê  du berpirs hene. Li ser her sindoqekê wê peywirdarekî me hebe û ligel vê wê du hevalên me yên parêzer li her navçeyê bixebitin. Di pirsgirêkên derkevin de parêzer wê mudaxale bikin. Wê destê her hevalê me de qerta agahdarkirinê hebe. Di van qertan de wê numareyên telefonê yên hevalên me yên xebatkar hebin.”
 
Suzanê wiha dawî lê anî: “Rojane nêzî 50  kesên ji derveyê bajar li me digerin hene. Dibêjin em dixwazin bên denga xwe bikar bînin. Em di vê mijarê de ji wan re dibin alîkar. Der barê vê de li navenda giştî xebat tên meşandin. Xebatên ‘li ku dibin bila bibin bila denga xwe bikar bînin’ heye. Em li ser çapemeniya civakî jî parve dikin. Bila xwe bigihînin me û em wan bibin ser sindoqan. Bila kes netirse. Yekane riya pêşî li zextan bigire bikaranîna dengane.”