Partiya Çep a Kesk li Bazarcixê bê navber dixebite

  • 21:22 6 Gulan 2023
  • Ramyarî
MEREŞ - Partiya Çep a kesk li navçeya Bazarcix a Mereşê pusulaya dengan a mînak nîşanê gel da û der barê bikaranîna dengan de agahî dan.
 
Partiya Çep a Kesk li Bazarcix a Mereşê xebatên hilbijartinê didomînin. Namzet û partiyi li taxan geriyan û pusulaya dengan a mînak nîşanê gel dan û der barê bikaranîna dengan de agahî dan. 
 
Li aliyê din Partiya Çep a Kesk ji bo gundarkirin dengbêjan a ku wê roja sêşemê li avahiya rêxistina navçeyê pêk bê banga tevlibûnê li jinan kir.