Li navçeyên Stenbolê hevdîtina gel

  • 21:10 6 Gulan 2023
  • Ramyarî
STENBOL - Partiya Çep a Kesk li Zeytînburnu û Sultangazî ya Stenbolê bi tevlibûna sedan kesî hevdîtina gle pêk anî. Di hevdîtinê de hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî û diyar kir ku soza wan heye serdestiya mêr biqedînin.
 
Li Zeytînburgu di buroya hilbijartinê ya Çirpici de hevdîtina gel pêk hat. hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar tevli hevdîtinê bû. Her wiha hevberdevkên Partiya Çep a Stenbolê, namzetên herêma duyemîn a Stenbolê û gelek kes tevli hevdîtinê bûn.
 
Gel li ber stranan govend gerandin û coş û kelecanê bandor li qadê kir. Namzetê partya Çep a Kesk hasan Cemal axivî û diyar kir ku wê wê dihilbijartinan de daweî li faşîzmê bînin û serokomar Tayyîp Edogan bişînin.
 
Namzet Kamîle Kandal jî axaftinek kir û daxuyakirin ku ev coşa Partiya Çep a Kesk ya li qadan bûye kabusa desthilatdariyê û got tevî hemû êrîşên dstehilatdariyê wê jinên berxwedêr desthilatdariya AKP’ê bişînin.
 
Çîgdem Kiliçgun Uçar jî di dawiyê de axivî û di destpêka axaftina xwe de Denîz Gezmîş û hevalên wî bibîr anîn. Çîgdemê jî destnîşan kir ku wê wek jinên ku tu carê şûnde gavê navêjin wê vê destilatdariyê bişînin.  Çîgdemê da zanîn ku wê jiyana nû bi hev re ava bikin û wê bi jin û ciwanan re vê pergalê biguherin. 
 
Sultangazi
 
Li Sultangazî jî hevdîtina gel pêk hat.  Hevdîtin dîsa bi tevlibûna Çîgdem Kiliçgun Uçar pêk hat û her wiha namzetên herêma duyemîn, hevberdevkên Partiya Çep a Kesk a Stenbolê, hevserokê HDP’a Stenbolê Ferhat Encu tevli bûn. 
 
Ferhat Encu û namzetên herêma duyem derketin ser otobusê û gel silav kirin.  Namzet Ozgul Sakî axivî û diyar kir ku wê bi serbilindiya ku dijminên jinê bişînin wê rojê  li ser sindoqan bin.
 
Çîgdemê li wir jî axaftinek kir û da zanîn ku ew wê bên hun jî bişînin û got desthiladarî ji ber polîtîkayên şerê li hember galan dikşîne wê winda bike.