Li gelek bajaran coşa Partiya Çep a Kesk: Em ê biserkevin

  • 18:18 6 Gulan 2023
  • Rojane

MÊRDÎN - Namzetên Parlementeriyê yên Partiya Çepên Kesk, li navend, navçe, gund û taxan xebatên xwe yên hilbijartinê bê navber didomînin.

 Partiya Pêşerojê ya Çep a Kesk (Partiya Çep a Kesk) di çarçoveya Hilbijartinên Giştî yên 14’ê Gulanê de xebatên xwe şev û roj didomînin. Bi vê mebestê li tax, kolan û gundan xebatên xwe didomînin û xwe digihînin hemû kesî.

Mêrdîn

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û namzeta Mêrdînê Saliha Aydenîz, namzet Leyla Kaya û George Aslan û partiyiyan ve li Parka Karayollari û bazara Taxa Yenîşehîrê ya Artûklû ya Mêrdînê  çûn serdana gel. Di dema serdanê de welatiyan ku eleqeye nîşan da, her wiha gotin “Em ê teqez bi ser kevin” û bi lêv kirin ku ew ê piştevaniyê bikin.

Kerboran

Bi tevlîbûna namzetên Mêrdînê Bêrîtan Guneş û Kamuran Tanhan, namzeta Şirnexê Ayşegul Dogan û partiyiyan, dayîka Garîbe Gezer a ku di 9’ê Kanûna 2021’an de di Girtîgeha Kandirayê de bi guman jiyana xwe ji dest da Halîme Gezer û dehan kes tevlî hevdîtina gel a ku pêk hat bûn.

Li vir destpêkê Bêrîtan Guneş axivî û ji ber bîranîna Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan ê ku di 6’ê Gulana 1972’an de hatin îdamkirin salvegera wan e bi bîr anî û welatiyan bi dirûşmeya “Şehît Namirin” dengê xwe bilind kirin. Bêrîtan, got “em ji îktîdara faşîst re dibêjin êdî bes e” û bang gelê Kerboranê kir ku li dijî vê zilmê û zordariyê bersivek xurt bidin. Bêrîtan, destnîşan kir ku pêşiya wan hilbijartinek dîrokî heye û axivî: “Kesên ku berê dengê xwe nedane partiya me divê em wan îkna bikin û bila dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk. Ji ber ku ev hilbijartin hilbijartina hebûn û tunebûnê ye. An dê aştî pêk were yan jî dê şer bidome. An hejmara girtiyan zêde be, an jî em ê deriyên girtîgehan vekin. Banga min ji bo gelê Kerboran ev e; dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk û em di 15’ê Gulanê de govendek mezin bigirin.” Kamuran Tanhan jî bangawaziyê kir ku ji bo azadî û aştiyê dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk.

Ji bo jiyanek bi hevre

Namzeta Şirnexê Ayşegul Dogan jî, destnîşan kir ku li ser vê axê gelek nasname bi hevre dijîn û da xuyand ku ew yek dengî, yek ziman û yek rengî qebûl nakin û got rengê hemû kesî cuda ye. Ayşegul, diyar kir ku hemû reng û nasname 14’ê Gulanê de biçin ser sindoqan û ji bo jiyanek bi hevre dengê xwe bikarbînin.  Piştî axaftinan bername bi stranên koma Dengê Jinên Azad û gerandina govendê bi dawî bû.

Şirnex

Partiya Çepên Kesk li Şirnexê mal bi mal digere. Partiyê li bajarokên Gite û Bespîn ên navçeya Silopiyayê buroyên pêwendîdanînê vekirin. Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan û gelek welatî tevlî xebatê bûn. Her wiha Partiya Çepên Kesk li bajaroka Ereban a Hezexê jî hevdîtineke gel li dar xist. Namzetê bajêr Bedîrhan Osal û gelek endamên partiyê tevlî hevdîtinê bûn.

Îzmîr

Partiya Çepên Kesk li navçeya Seferîhîsar a Îzmîrê li stand danî û li bazarê belavok belav kirin. Namzeta parlementeriyê ya bajêr Semra Kiratli û rêveberên partiyê tevlî xebatê bûn. Li ber standê belavok hatin velavkirin û ji welatiyan hat xwestin ku di 14'ê Gulanê de dengê xw ebidin Partiya Çepên Kesk.

Erzirom

Li Erziromê jî xebat bê navber didomin. namzetên partiya Çep a Kesk  ê Erziromê Abdurrahman Sevre evli xebatênli Olîlî bû. Namzet Ayşan Tarlan jî tevli xebatên Xinûsê bû.

Agirî

Li Agiriyê jî bi tevlibûna namzet Sirri Sakik û Heval Bozdag serdana esnaf û welatiyan hat kirin. Di serdanê de der barê hilbijartinê de agahî hatin dayîn.

Bazid

Li taxên Dîzê, Îlanî, Çilkotan, Tokî û Yenîkoy xebat bê navber tên meşandin. Heyeta Partiya Çep a Kesk ku ji ser pusulayan mînak nîşan dan amplema partiyê venasîn.

Mugla

Li navçeyên Bodrum, Mîlas, Datça, Marmarîs a Muglayê jî di çarçoveya xebatan de Partiya Çep a Kesk çû serdana esnaf û gel.  Heyetê pusulayên dengan girtin cem xwe û ji welatiyan re amblem venasîn û diyar kirin ku dema deng bikaranîn de divê baldar bin.

Wan

Li Wanê jî  Partiya Çep a Kesk çûn sedan agundên Canîk, Norevans, Adir, Xicişk, Amîk, Koçerî, Zorava, yên girêdayê navçeya Tuşbayê.  Namzet Gulderen Varli û Zulkuf Uçar tevli serdanan bûn. Heyet bi coşek mezin hat pêşwazîkirin.