'Divê demildest girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel bê berdan'

  • 17:28 6 Gulan 2023
  • Rojane
 
 
ENQERE - Daxuyaniya Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî ya têkildarî girtiyên nexweş bi hinceta “Ji hilbijartinê re 8 roj man” hate astengkirin. Di daxuyaniya ku li avahiyê hat dayîn de qala rewşa girtiyê nexweş Muhlîse Karaguzel hat kirin. 
 
Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya xwe ya 452’yemîn a çalakiya xwe ya têkildarî berdana girtiyên nexweş de li ber avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê hatin bahev. Polîsan bi hinceta “Ji hilbijartinan re 8 roj man, hemû çalakî û aktîvîteyên ji bilî hilbijartinê hatine qedexekirin” daxuyanî asteng kir. Polîsên ku ber deriyê avahiyê dorpêçkirin nehişt girse derkeve ber derî. Polîsan xwest ku daxuyanî di hundirê avahiyê de bê dayîn û gefa binçavkirinê li girseyê xwar. 
 
Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen a bertek nîşanî biryarê da wiha got: “Hûn sûc dikin. Hinceta we ya ku çalakiya me ya 452 hefteye em li dar dixin nîne.”
 
Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî ku piştî bendemayîna biisrar ji ber avahiyê neçû, ji bo Mûhlîse Karaguzel a rewşa tenduristiya wê her ku diçe xerab dibe û şûna bê berdan sewqî Girtîgeha Tîpa R a Menemenê bê kirin çalakî li dar xist. Daxuyanî Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen xwend. 
 
Nûray bal kişand ser nexweşiyên Muhlîse Karaguzel, diyar kir ku divê Muhlîse bê dermankirin û kontrolkirin û wiha got: “Şûna ku were berdan beriya du rojan di 4’ê gulanê saet 08.00’an de ji Girtîgeha Jinan a Qeyseriyê sewqî Girtîgeha Tîpa R a Menemenê hatiye kirin. Divê Mûhlîse Karaguzel demildest bê berdan û li cem malbata xwe di şertên bi tendurist tedawiya bê kirin.”