Bi hezaran kes herikîn qada Esenyurtê: Jin jiyan azadî

  • 17:24 6 Gulan 2023
  • Ramyarî
 
STENBOL - Partiya Çep a Kesk a Stenbolê li Qada Esenyurt a Stenbolê bi dirûşma “Em hêvî, berxwedan û têkoşînê mezin dikin” mitîng li dar xist û di mîtîngê de ev peyam hat dayîn: "Ev sedsal dê bibe sedsala kurdan. AKP dê di vê sedsalê de tune be.” 
 
Rêxistina Partiya Çep a Kesk a Stenbolê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Qada Esenyurt a Stenbolê bi dirûşma “Em hêvî, berxwedan û têkoşînê mezin dikin” mitîng li dar xist. Namzetên parlamenteriyê Dêrsim Dag,  Çîçek Otlu, Cengîz Çîçek û Îskender Bayhan û Başak Demîrtaş tev li mitîngê bûn. Beriya destpêkirina mitîngê, bi sedan kes bi coşeke mezin li qadê hatin ba hev.  Qada mitîngê bi alayên Partiya Çepên Kesk hatibû xemilandin û jin û zilam bi cil û bergên xwe yên kurdî tev li mitîngê bûn. Girseyê tililî avêtin û li ber stranên kurdî govend gerandin. 
  
Hejmara girseya ku bênavbera dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz dikir di demekî kin de gihişt bi hezaran. Stranên li qadê hatine gotin jî diyarî girtiyên siyasî hatin kirin. Di mitîngê de her wiha kedkarên Çapemeniya Azadiyê yên di bin zexta biçavkirin û girtinê de jî nehatin jibîrkirin û dirûşmên “Em xwedî li Çapemeniya Azad derkevin” û “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” hatin berzkirin. 
 
Ji Koma Muzîkê ya Zenê, Zîlan Nar derket ser dikê û mitîng dest pê kir. Bi stranên kurdî re coşa girseyê derket lûtkeyê. Piştre jî hunermendên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (MKM) derketin ser dikê û stranên xwe diyarî dayikên têkoşer kirin. Piştre jî hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Esenyurtê derketin ser dikê û girse silav kirin. 
 
Piştre jî Hevserokê HDP’a Stenbolê Ferhat Encu derket ser dikê û axivî. Piştre jî namzetên parlamenteriyê yên herêma 3’yemîn hatin danasîn. Namzetê parlamenteriyê Îskender Bayhan axivî got ku îktîdara AKP-MHP’ê bi derewan siyasetê dike.
 
'Em ê tecrîdê bi dawî bikin'
 
Namzeta parlamenteriyê Çîçek Otlu jî dema navê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi lêv kirî, qada mitîngê bi dirûşma “Bijî Serok Apo” olan da. Çîçek axaftina xwe wiha domand: “Em ê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bikin. Gelo ma soza me ji bo Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş, Gultan Kişanak û bi hezaran girtiyên siyasî nîne? Wê demê gelo em amade ne ku ji bo azadiya wan girtiyên siyasî bixebitin?” Li ser pirsa Çîçek, girseyê bi yek dengî bersiva “Erê” da. Çîçek wiha dirêjî da ax aftina xwe: “Em ê vê faşîzmê bi vê coşê, bi îradeya ciwanan, gelê kurd û bi îradeya birêz Abdullah Ocalan têk bibin. Em ê ne tenê li ser sindoqê lê li kolanan jî têk bibin. Em ê vê rejîmê hilweşînin. Banga min ji bo her kesî ew e ku sibe tev li mitînga jinan a li Parka Yogurtçuyê bibin.” Çîçek, axaftina xwe bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” bi dawî kir. 
 
Başak Demîrtaş bi çepik û dirûşman derket ser dikê. Başak got ku ji Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş silav anîne. Piştre jî Başak nameya Selahattîn Demîrtaş xwend. 
 
Namzeta parlamenteriyê Dêrsim Dag jî destnîşan kir ku dewlet hewl dide gelê kurd, ziman û çanda wan tune bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê em bi çand, ziman û nasnameya xwe li qadan e. Kî dijminatiyê li kurdan bike, em ê wan di 14’ê Gulanê de têk bibin. Dê têkçûna wan bi destê kurdan be. Dê gelê kurd û dostên wan bi ser kevin. Em ê serkeftina xwe ya 14’ê Gulanê bi govendê pîroz bikin.” 
  
Herî dawî jî namzetê parlamenteriyê Cengîz Çîçek derket ser dikê û diyar kir ku îktîdara AKP-MHP’ê ketiye nava tirsa têkçûnê. 
 
Piştî axaftinan, girseyê li ber stranan xelekên govendê gerandin. Mitîng, bi dirûşm, tililî û çepikan bi dawî bû.