Li Botanê coşa hilbijartinê

  • 17:09 6 Gulan 2023
  • Ramyarî
 
ŞIRNEX - Li navçe û bajarokên Botanê Partiya Çep a Kesk lez dane xebatên xwe. Bang li dikandaran û gel hat kirin ku 14'ê Gulanê biçin ser sindoqan. 
 
Xebatên hilbijartinê li Şirnexê bi coşek mezin didome. Di xebatan de banga xwedî li derketina sindoqan û bikaranîna dengan hat kirin. 
 
Hezex
 
Li bajarokê Erebanê ya bi ser navçeya Hezexa Şirnexê ve bi tevlibûna namzetê Partiya Çep a Kesk ê Şirnexê Bedirhan Osal, rêveberên Partiya Çep a Kesk û HDP’ê yên navçeyê şahî hat lidarxistin. Beriya şahiyê jin û ciwanan govend gerand. 
 
Cizîr 
 
Li navçeya Cizîrê jî bi beşdariya namzeta Partiya Çepên Kesk Newroz Uysal serdana dikandaran hat kirin û ji dikandaran hat xwestin ku 14’ê Gulanê biçin ser sindoqan. Her wiha ji bo mitinga ku sibê li Şirnexê bê lidarxistin jî bang hat kirin.
 
Kerboran 
 
Li navçeya Kerborana Mêrdînê jî bi tevlibûna namzeta Partiya Çep a Kesk a Şirnexê Ayşegul Dogan û rêxistina Partiya Çepên Kesk a Kerboranê bi gel re civiyan. 
 
Silopiya 
 
Li bajarokên Gite û Bêspîn yên bi ser navçeya Silopiya ve jî bi tevlibûna parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr şahiyên gel hatin lidarxistin.