Tevî baranê li Antalyayê mîtînga Partiya Çep a Kesk pêk hat

  • 17:06 6 Gulan 2023
  • Ramyarî
 
ANTALYA - Tevî barana zêde bi hezaran kesan qada mitîngê ya Partiya Çep a Kesk tije kirin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di mîtîngê de wiha axivî: "Em ê carek din destûr nedin ku diz û talanker bi ser bikevin."” 
 
Partiya Çep a Kesk li Antalyayê li ber Eywana Sporê ya Tûrgût Ozal mitîng li dar xist. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, Serokwekîlê Koma HDP’ê û namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çep a Kesk ê Antalyayê Sarûhan Olûç beşdarî mitîngê bûn. 
 
Tevî barana zêde jî bi hezaran kesan qada mitîngê tije kirin. Qad bi alên Partiya Çepên Kesk hat xemilandin. Di mitîngê de bênavber dirûşm hatin berzkirin û pankart û dovîz hatin hildan. Mitîngê bi rêzgirtinê dest pê kir. Namzet û hevberdevkên Partiya Çep a Kesk ên Antalyayê derketin ser dikê û gel silav kirin. 
  
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan xîtabî gel kir û wiha axivî: “Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de berpirsiyarek mezin dikeve ser milê her kesî. Em ê carek din destûr nedin ku diz û talanker bi ser bikevin. Em ê AKP’ê û Erdogan bişînin. Dirûşma wan dibêje, ‘Dema rast, zilamê rast’. Em jî dibêjin dem rast e lê zilam xelet e. Wê ev zilam têk here û AKP bi qede. Ji bo AKP têk here divê her kes mohra xwe li binê Partiya Çepên Kesk bide û van zaliman bişîne. Divê herî kêm em du parlamenteran ji vî bajarî bişînin Meclisê. Gotin jî û mohr jî ya we ye. Divê Antalya destûr nede ku Erdogan were bijartin. Rêya we û rêya me vekirî be. Ez ji me hemûyan re serkeftinê dixwazim. Nexasim ez ji Antalyayê re serkeftin dixwazim. Em vê mitîngê qebûl nakin, em ê carek din ji bo pîrozbahiyê werin vir. Teqez em ê bi ser bikevin.”
 
Piştî axaftina Pervînê Jin Ma derket ser dikê û mitîng li ber stranên komê bi dawî bû.