Namzetên jin: Divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe

  • 14:52 6 Gulan 2023
  • Rojane
 
AMED - Namzeta Partiya Çep a Kesk a Amedê Halîde Turkoglû û Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulistan Atasoy diyar kirin ku divê komara demokratîk were avakirin û gotin: "Divê tecrîda li Îmraliyê hatiye destpêkirin were bidawîkirin û paradîgmaya azadîxwaziya jinê li Tirkiyeyê belav bibe."" 
 
Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Kesk ên Amedê li hotêleke Amedê bi endamên Platforma Parastin û Piştevaniya Bajar ku ji zêdetirî 80 rêxistinên civaka sivîl, ked û pîşeyî pêk tê re hevdîtin kirin. Di hevdîtinê de taştê hate dayîn û pêvajo hate nirxandin. 
 
‘Divê paradîgmaya azadîxwaziya jinê li Tirkiyeyê belav bibe’
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Gulistan Atasoy, diyar kir ku piştevaniya heyî piştî erdhejên Mereşê xurtir bû û wiha domand: “Divê demokrasiya herêmî û piranîparêzî bidome. Em ê têkoşîna xwe ya di vê mijarê de bidomînin.” Bi domdarî Gulistan got ku divê tecrîda li Îmraliyê hatiye destpêkirin were bidawîkirin û paradîgmaya azadîxwaziya jinê li Tirkiyeyê belav bibe. 
 
'Divê komara demokratîk were avakirin'
 
Namzeta parlamenteriyê Halîde Turkoglû di hevdîtinê de anî ziman ku Tifaqa Ked û Azadiyê bûye mîsogeriya demokrasiya herêmî û wiha domand: “Komara demokratîk û demokrasiya herêmî eleqeya xwe bi hev ve heye. Divê komara demokratîk were avakirin. Têkildarî rêveberiyên bajaran nîqaşên me çêbûn. Ji ber rejîma qeyûman em nikarin bajarên xwe bi rê ve bibin. Em ê bigihijin asteke wisa ku demokrasiya herêmî, rêveberiyên herêmî esas digirin. Çareserkirina van pirsgirêkan jî bi birêz Abdullah Ocalan pêkan e ku niha li Îmraliyê di tecrîdê de tê ragirtin. Ya din jî bi çareserkirina pirsgirêka kurd e. Em ê di 14’ê Gulanê de hejmareke zêde ya parlamenteran derxînin û pêvajoyeke nû bidin destpêkirin. Em ji vê bawer in û dê azadî û edaletê pêk bînin.” 
 
‘Di dîroka Tirkiyeyê de hilbijartina herî krîtîk e’
 
Namzetê parlamenteriyê Cengîz Çandar jî bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 14’ê Gulanê û ev nirxandin kir: “Di hilbijartinê de cihê herî girîng Amed e. Ez qala noqteya herî polîtîzebûyî ya cîhanê dikim. Amed, bi tena serê xwe rêxistinek e. Amed, ji hemû rêxistinan mezintir e. Weke din tu erdnîgariyek nîne ku hem xwe araste dike hem jî xwe perwerde dike. Em bi rêxistina xwe re ne. Hefteyek piştre hilbijartin heye. Ne bawer im hilbijartineke asayî be. Di dîroka Tirkiyeyê de hilbijartina herî krîtîk e. Ev hilbijartin herî zêde jî Amediyan eleqedar dike. Ev hilbijartin dê bibe bijartina du vebijêrkan. An dê Tirkiye bikeve rêya dîktatoriyeke pir dijwar an jî berê xwe bide demokrasiyê. Ev biryar jî ji her devera welêt zêdetir kurdan eleqedar dike.” 
 
‘Ji Abdullah Ocalan agahî nayê girtin’ 
 
Bi domdarî Cengîz destnîşan kir ku nebûna demokrasiyê ya li welêt dê bê wateya xeniqandina kurdan û wiha bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan: “Ev zêdetirî 2 sal in tu agahî ji birêz Ocalan nayên girtin. Heke Ocalan şexsiyetekê siyaseta kurd nebûya, gelo ma dê tecrîdeke wiha li ser ferz bikirana? Ev tecrîd zext, gef û heqaretek e. Weke di mînaka Ayla Akat Ata, Selahattîn Demîrtaş, Gultan Kişanak de, gelek kesên din di girtîgehê de ne. Rejîm hewl dide xelkê Amedê, vîna gelê kurd tune bihesibîne. Ya dikeve ser milê me jî ew e ku em jî wan tune bihesibînin.” 
 
Piştî axaftinan jî civîn ji çapemeniyê re girtî dom kir.