Çalakiya Xizmên Windayan: Ez hestiyên bavê xwe dixwazim!

  • 14:40 6 Gulan 2023
  • Rojane
AMED / ÊLIH - Xizmên Windayan di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Mehmetcan Ayşîn ê di sala 1994’an de hat windakirin û carek din agahî jê nehat girtin pirsîn. 
 
Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 743’yemîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" li ber Peykerê Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû li dar xistin. Rêveberên MEDYA-DER, namzetên Partiya Çep a Kesk a Amedê, hevserokên HDP û DBP’ê yên Amedê, Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk a Amedê, Dayikên Aştiyê û Xizmên Windayan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hildan û vê hefteyê li aqûbeta Mehmetcan Ayşîn ê di sala 1994’an de li navçeya Licê ya Amedê hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin pirsîn. 
 
Rêveberê ÎHD’ê parêzer Ercan Yilmaz ewilî axivî û diyar kir ku xizmên windayan li gelek deverên welat daxwaza edaletê dikin. 
 
'Ez hestiyên bavê xwe dixwazim!'
 
Piştre keça Mehmetcan, Aynûr Ayşîn axivî û wiha got: “Helbet derdekî min heye ku ez li vir im. Di sala 1994’an de gundê me hat şewitandin. Her kes kirin binçavan û berdan. Lê belê bavê min bernedan. Heta ez hebim ez ê li pey doza bavê xwe bim. Ez hestiyên bavê xwe dixwazim.” 
 
Edalet nîne
 
Paşê namzetê Partiya Çep a Kesk ê Amedê Cengîz Çandar axivî û destnîşan kir ku malbat bi salane wêneyên xizmên xwe hildidin û ev mirov bi salane daxwaza edaletê û dîtina windayan dikin heke winda nayên dîtin tê wateya ku 15 sal in edalet tune ye. 
 
‘Vaye pirsgirêka kurd li vir e’ 
 
Namzeta Partiya Çep a Kesk a Amedê Halîde Turkoglû jî da zanîn ku heke dixwazin pirsgirêka çareser bikin vaye pirsgirêka kurd li vir e. 
 
Piştî axaftinan endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Firat Akdenîz serpêhatiya windakirina Mehmetcan xwend û xwest hestiyên hemû windayan bên dîtin.
 
Piştî daxuyaniyê ji bo Mehmetcan û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. 
 
Êlih
 
Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’a Êlihê jî di hefteya 579’emîn de li ber Peykerê Mafên Mirovan ku li serê Cadeya Gulistanê ye çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hildan û Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca, namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çep a Kesk ê Êlihê Ekrem Baran, rêveber û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl tev li çalakiyê bûn. 
 
Hevserokê ÎHD’a Êlihê parêzer Deveran Yildiz anî ziman ku ew ê heta edalet pêk were doza dîtina hestiyên windayan û edaletê bikin. Deveran êrişa li dijî Dayikên Şemiyê ya li Stenbolê jî bîr xist û got binçavkirina Dayikên Şemiyê nayê qebûlkirin. 
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.