Çawişê pispor ê êrişa zayendî li du zarokan kir hat girtin

  • 11:20 6 Gulan 2023
  • Rojane
MÊRDÎN - Li navçeya Nisêbînê çawişê pispor ê bi navê E.K. bi sûcê kirina êrişa zayendî ya li du zarokan hate girtin. 
 
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê çawişê pispor ê bi navê E.K. ji ber di 29'ê Adar û di 22'yê Nîsanê de êrişa zayendî li du zarokan kir hate binçavkirin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, zarokan êrişa zayendî ku bi serê wan hatî ji malbatên xwe re vegotin. Li ser gilîkirina malbatên zarokan E.K. hate binçavkirin. E.K. yê piştî îfadeya dozgeriyê sewqî Dadgeha Ceza ya Sulh a Nisêbînê hate kirin bi sûcê “êrişa zayendî ya li zarok” hate girtin.