Jinên YNK’yî: Wê ev hilbijartin dawî li rejîma faşîst bîne

  • 10:07 6 Gulan 2023
  • Ramyarî
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Serkirdayetiya YNK’ê Bilêse Cebar û Endama YNK’ê Mehsûme Îbrahîm di hilbijartinên Tirkiyeyê de piştgiriya xwe ji bo Partiya Çepên Kesk û namzetên wê yên jin diyar kirin û gotin: “Ev hilbijartine bibe werçerxanek ji bo guhertina ew rûyê ku zêdetirî 20 salin hikumeta Tirkiyeyê birêve dibe.”
 
Partiya Çep a Kesk xebatên xwe yên hilbijartina 14'ê Gulanê li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê didomîne. Li gel xebatan li derveyî Tirkiyeyê û welat jî piştevaniya ji bo Partiya Çep a Kesk didome. Endama Serkirdayetiya YNK’ê Bilêse Cebar û Endama YNK’ê Mehsûme Îbrahîm di hilbijartinên Tirkiyeyê de piştgiriya xwe ji bo Partiya Çepên Kesk û namzetên wê yên jin diyar kirin. 
 
'Erdogan wê ji binî ve hilweşe'
 
Endama YNK’ê Mehsûme Îbrahîm têkildarî hilbijartinên Tirkiyeyê û serkeftina Partiya Çep a Kesk de ji Ajansa ROJNEWS'ê re axivî û da zanîn ku ew ji niha ve jiber binkeftina rejîma Erdogan, wê serkeftina Gelê Kurd li Kurdên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê pîroz dike û got: “Bi qasî em di medyaya giştî û medyaya civakî de dişopînin ku bi awayek hûr çavdêriya analîz û anketên hilbijartinê dikin, encama ji me re derdikeve ew e ku tê pêşbînîkirin rejîma Erdogan wê ji binî ve hilweşe.”
 
'Dawî li dîktatoriyê bînin'
 
Mehsûme bal kêşa ser girîngî û piştgirîkirina Partiya Çep Kesk û wiha dibêje: “Piştgirî dayîna kurdên li bakurê Kurdistanê erke li ser milê hemû Gelê Kurd. Em jî wek jinên başûrê Kurdistanê her tim piştgirî û dilsoziya xwe ji bo namzetên jin yên Partiya Çepên Kesk dubare dikin ku bikaribin serkeftinê di hilbijartinan de bidest bixin. Bi serkeftinê re jin bikaribin dawî li desthilata dîktator û yek kesî bînin û jinên di girtîgehan de azad bibin.”
 
'Ji bo Başûr jî hilbijartin girîng e'
 
Mehsûme eşkere dike ku serkeftina Gelê Kurd ya li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê wê bandorek mezin di aliyê aştî, parastina sinoran û aramiyê li başûrê Kurdistanê bi xwe re bîne. Mehsûme, bang li kurdên bakurê Kurdistan û kurdên li derveyî welat dijîn dike û dibêje; “Bila kurd piştgiriya siyaseta azadiya gelê xwe bikin, di roja hilbijartinê de her kes tevlî dengdanê bibe û dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk. Wê demê dikarin bi dengên xwe hebûna netewî, çandî, ziman û siyasî ya Gelê Kurd dubare isbat bikin.”
 
'Serkeftineke mezin bi dest bixwe'
 
Endama Serkirdayetiya YNK’ê Bilêse Cebar jî Ajansa ROJNEWS'ê re axivî û da zanîn ku Bakurê welat ber bi hilbijartinekê ve diçe û siyaseta her parçeyek ya Kurdistanê bandora xwe li ser parçeyên din jî dike. Piştgiriya xwe ya ji Partiya Çepên Kesk û Kurdên Bakûrê Kurdistanê re wiha tîne ziman: “Ji bo wê jî di hilbijartinên 14’yê Gulanê yên Tirkiyeyê de em piştgiriya xwe ya ji kurdên bakur û Partiya Çep a Kesk re dubare dikin. Em hêvî dikin ku kurd di vê hilbijartinê de serkeftinek mezin bidest bixe. Ev hilbijartin bibe werçerxanek bo guhertina ew rûyê ku zêdetirî 20 sal in hikumeta Tirkiyeyê birêve dibe."
 
'Namzetên jin hêvî dide'
 
Bilêsê da zanîn ku çendîn jinên şoreşger û qehreman di Partiya Çep a Kesk de bûne namezetên parlementeriyê, hêvî dike ku ew dengên pêwîst werbigirin û li Parlementoya Tirkiyeyê xebat û têkoşîna xwe bidomînin û wiha bi lêv kir: "Di hilbijartinan de HDP û niha jî Partiya Çep a Kesk ji bo jinan kotayekê sinordar diyar nake. Weke bingehek yê wekheviya zayendî rêjeya ji sedî 50 ji bo jinan diyar dike. Lê partiyên başûrê Kurdistanê di hilbijartinan de ji bo jinan kota û sinorekê teng diyar dikin. Ji gelek aliyan re pêşniyar hatine kirin ku benda ‘rêjeya kotaya jinê’ bê guhertin û weke ‘rêjeya kotaya zayendî’ bê diyarkirin. Herwiha rêjeya vê kotayê jî bê bilindkirin û hem parlementerên jin û hem jî parlementerên mêr nekaribin bi rêjeya ji sedî 50 endambûna parlamentoyê bidest bixin.”