Welatiyên li Şêxmeqsûd, Eşrefi û Şehbayê li dijî dorpêçê têdikoşin

  • 09:17 6 Gulan 2023
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Jinên bertek nîşanî dorpêça Hukumeta Şamê ya li ser Taxên Şêxmeqsûd, Eşrefi û Şehbayê dan wiha gotin:"Ger ev ambargo dewam bike wê bobelatên mirovî çêbibin. Em bang li rêxistinên mirovî dikin. Bila ji bo vê ambargoyê çareserî bê dîtin."
 
Ev nêzî 9 mehî ye ku ambargo ji aliyê Tîma Çaran a girêdayî hikumeta Şamê ve li ser Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berdewam e. Di encama vê ambargoyê de madeyên sotemenî, xwarin, her wiha derman derbasî herêm û taxê nabin. Lê li milekî din jî rêxistinên mirovî li hember vê dorpêça giran nebûn bersiv. Welatiyên ji bajarê Efrînê ev bû 6 sal in li wargehan di bin şert û mercên giran de ne. Her wiha xelkên Taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rojane li berxwe didin.
 
Jinên li Taxên Şêxmeqsûd, Eşrefi û Şehbayê dijîn nerazîbûna xwe li dijî dorpêçê anîn ziman û gotin:"
 
'Bi hêviya em ê dîsa vegerin ser axa xwe em ji Efrînê derketin'
 
Jina bi navê Hêvîn Salih ku ev bû 6 sal in li Wargeha Serdemê dijî derbarê dorpêça li ser wan de wiha axivî: "Ev bû 6 sal in ku em di Wargeha Serdemê de di bin şert û mercên herî giran de têdikoşin. Ji ber sermayê û germê jî em li berxwe didin. Bi hêviya em ê dîsa vegerin ser axa xwe tenê em bi cilên li ser xwe ji Efrînê koçberî Şehbayê bûn. Ji bo em xwe ji bin zilm û dagirkeriya dewleta tirk azad bikin em ji Efrînê derketin."
 
'Em di tariyê de dimînin'
 
Hêvîn di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser zehmetiyên dibînin û wiha got:"Em niha di nava dorpêçeke giran de dijîn. Madeyên sotemeniyê û ev nêzî 6 meh in jî cereyên gazê derbasî nava wargeha me nebûye. Her wiha em nikarin êzingan jî li wargehê bişewitînin. Ji ber wê hemû wargeh bişewitin. Di heman demê de kerebe jî li ser wargehê qut bû. Em di tariyê de dimînin. Em banga rêxistinên mirovî û dewletên navneteweyî dikin ku bi me re bibin alîkar ku ev ambargo li ser van deren were rakirin."
 
'Ev tax di nava şert û mercên pir giran de li berxwe dide'
 
Endama Koordînasyona Kongreya Star a Taxa Şêxmeqsûdê Fahîma Hemo derbarê dorpêça li ser taxê wiha axaftina xwe kir:"Ambargoya ku li ser taxê hatiye ferzkirin ne mijareke nû ye ku li ser axaftin were kirin. Ji demên berê de di encama şerên ku bi ser taxê de hatiye û ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê ev tax di nava şert û mercên pir giran de li berxwe dide. Lê dîsa ev nêzî 9 meh in ku ambargo ji aliyê Tîma Çaran a girêdayî Hikûmeta Şamê ve li ser taxê girantir bûye."
 
'Biryara girankirina dorpêçê hat dayin'
 
Fahîma da zanîn gel bi derfetên xwe hewl dide li ser piyan bisekine û got: "Di encama civîna çar alî ya dewletan de êdî biryara girankirina dorpêçê li ser van taxan tê standin. Di dema rojên zivistana sar de jî dîsa madeyên sotemeniyê derbasî taxê nebû û di encamê de jî du zarokan jiyana xwe ji dest dan. Derman jî derbasî taxê nebû. Lê tevî vê rewşa aloz û giran jî gel li berxwe da. Gel hewl da ku pêdiviyên xwe bi derfetên xwe bîne cih."
 
Ji bo polîtîkayên qirêj vala derkevin li berxwe didin
 
Fehîma da xuyakirin ku Tîma Çaran ji aliyê dewletên derveyî Sûriyeyê yên mîna Rûsya û Îranê ve tên îdamekirin ev yek jî dihêle ambargo li ser taxê berdewam bike û ev tişt lê zêde kir:"Me li dijî vê yekê her tim bang li rêxistinên mirovî û navneteweyî kir lê belê ev banga me tim bê bersiv ma. Lê gelê taxê jî bi berxwedana xwe, xwe da îspatkirin. Ew ê her tim bi vîn û îradeya xwe li ber xwe bidin da ku van polîtîkeyên qirêj ku bi ser wan de tê meşandin vala derbixin."
 
'Bila ji bo vê ambargoyê çareserî bê dîtin'
 
Endama Koordînasyona Kongreya Star a Taxa Şêxmeqsûdê Vêrjîn Mihemed banga çareseriya ambargoyê kir û wiha pê de çû:"Ji sala 2022'yan de ye ev ambargoya giran li ser taxa Şêxmeqsûdê û herêmên Şehbayê dewam dike. Vê yekê rewşa gel girantir kiriye. Li herêmê ceyran, derman, pêdiviyên jiyanî tune ne. Ev di heman demê de jiyana mirovan dixe nava xetereyê. Loma jî me gelek caran bang li rêxistinên navneteweyî kir da ku pêşî li vê karesatê bê girtin. Em dîsa jî hêvî dikin ku çareseriyek ji vê dorpêçêre were dîtin da ku gel bi rehetî bijî. Bi taybet welatiyên li bajarê Efrînê yên ku ev 6 sal in di wargehan de li berxwe didin di nava rewşeke zehmet de ne. Ger ev ambargo dewam bike wê bobelatên mirovî çêbibin. Em bang li rêxistinên mirovî dikin. Bila ji bo vê ambargoyê çareserî bê dîtin."