Bertekên li dijî girtin û binçavkirinan: Dizanin ku dê winda bikin

  • 09:10 6 Gulan 2023
  • Rojane
 
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Ji hilbijartinan re demek kurt ma û di operasyonên qirkirina siyasî de gelek kes hatin girtin û binçavkirin. Jinan bertek nîşanê girtinan da û diyar kirin ku desthilatdarî her cara tengerzar dibe serî li operasyonan dide û ewil çepameniya azad hedef digire.
 
Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de li 21 bajaran derbarê 216'an kesan de biryara binçavkirinê hatibû dayîn. Ji van kesan 143 kes hatibûn binçavkirin. Nûçegîhana ajansa me Bêrîtan Canozer, rojnamevan Mehmetşah Orûç, Abdurrahman Gok, Remzî Akkaya, jî tê de 48 kes bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" girt. Li aliyê din di 29’ê Nîsanê de jî di çarçoveya lêpirsîna serdozgeirya komarê ya Enqereyê daye destpêkirin de li 15 bajaran bi ser malan de hat girtin û li Amedê hevseroka Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firat (DFG) Dîcle Muftuoglu û edîtorê MA Sedat Yilmaz jî têde 5 kes hatin girtin. Herî dawî 30’ê Nîsanê de li 8 bajara operayson hat kirin û serokê giştî yê ESP’ê, endamên SKM’ê, û edîtora ETHA Nadiye Gurbuz jî tê de gelek kes hatin girtin.
 
Dizanin ku wê winda bikin
 
Ji Partiya Tevgera Kedkar (EHP) Migîn Sumbul diyar kir ku di operasyonên li Amedê hatine kirin de endamên ESP’ê beriya hilbijrtinê hatine binçavkirin û wiha domand: “Beriya hilbijartinên rojnameger, hiqûqnas û hunermend hatin girtin. Lê em dizanin ji ber winda dikin serî li van operasyonan didin. Êdî desthilatdarî jî vê baş dizane.  Ji ber vê sosyalîst û kesên têdikoşin hedef digire. Me her tim got, em ê wan bişînin. Bi îradeya gel em ê wan bişînin. 14’ê Gulanê wê biçe ser sindoqan û wan bi rê ke.”
 
‘Bi armanca astengkirina xebatan ev girtin pêk hatin’
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê Berna Çelîk jî bertek nîşanê binçavkirin û girtinan da û bi lêv kir ku ev operasyon bi armanca çewisandina enerjiya xebatên hilbijartinê ye û wiha dirêjî daye: “Parêzerên ji bo ewlehiya sindoqan berpirsyarî girtin hatin binçavkirin. Ev êrîş bi armanca çewisandinê ne. Binçavkirinên li dijî kedkarên çapemeniyê jî bi armanca ku pêşî li agahiyan bê girtin û gel agahî negirin hatiye kirin. Du kesê hatin binçavkirin hevberdevkên rêxistinbûna navendî bûn. Biryara sînorkirinê dan ser dosyayê û hevalên me binçavkirin. Tu sûc tunebû. Beriya hilbijartinan xwestin berê mirovan bidin aliyekî din.”
 
‘Em dest ji têkoşînê bernadin’
 
Bernayê dawiya axaftina we de diyar kir ku ew tu car dest ji têkoşînê bernadin û wiha vegot: “Me her tim got. Em bên girtin jî em bên binçavkirin jî zext li me bên kirin jî em dest ji têkoşîna xwe bernadin. Ji bo hevalên me demildest bên berdan çi ji destê me bê em dikin.”
 
‘Li dijî provakasyonan amade bin’
 
Parlamentera berê ya Mêrdînê Gulser Yildirim jî bertekên xwe wiha anî ziman: “Binçavkirin û girtin qirkirina siyasî ye. Bi van operasyonan zemîna provakasyonan amade dikin. Divê em li dijî provakasyonên wan amade bin. Em van operasyonan ji pêvajoyên berê dizanin. Xebatên me yên hilbijartinê tevî hemû astengiyan didomin. Divê em xebatên xwe bi serkeftinê dawî bikin.”
 
‘Hedefa ewil çapemeniya azad e’
 
Endama Partiya Azadiya Civakî (TOP) Dîdar Gul jî der barê girtin û binçavkirin, her wiha hilbijartinan de ev nirxandin kir: “Beriya hilbijartinan me êrişek wisa texmîn dikir. Ji ber desthilatdarî her cara dikeve zorê ewil Tevgera Azadiya Kurd û Çapemeniya Azad hedef digire. Ji ber dizane ku di hilbijartinan de wê winda bike dest bi êrîşan dike. Ev êriş nîşan didin ku ew winda dikin. Lê li kolanan îradeyek ku bersiva van êrişan dide heye. îradeya bi tifaqa azadî û kedê û partiya çep a Kesk berfireh dibe heye. AKP-MHP li vê îradeyê diqelibe.”