Dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk

  • 22:42 5 Gulan 2023
  • Rojane
ENQERE - Partiya Çep a Kesk derbarê bikaranîna deng de vîdeoyek parvekir. Di vîdeoyê de hat diyarkirin ku mohra xwe li girovera ku dibin logoya Partiya Çep a Kesk de heyî bixin.
 
Bi nêzbûna hilbijartinê re Partiya Çep a Kesk lêz da xebatên xwe. Bangewaziyên parastina sindoqan û bikaranîn dengan tê kirin. Ji bo hilbijêrên xwe Partiya Çep a Kesk vîdeoyek derbarê bikaranîna deng de parve kir.
 
 
Di dema bikaranîna deng de divê tenê ji bo partiyek mohra "erê" bê lêxistin, wekî din heke du partî bên mohrkirin ev deng betal dibe. Partiya Çep a Kesk di nava Tifaqaka Ked û Azadiyê de cih digire û divê tenê Partiya Çep a Kesk bê hilbijartin û mohr li grovera dibin logoyê de heyî bê lêxistin.
 
Ji bo serokkomariyê jî divê mohra xwe ya "erê" ji bo Kemal Kiliçdaroglu bê bikaranîn.
 
 
Divê mohra "erê" girovera ku di bin logoyan de heyî bixin. Divê boyaxa mohrê derbasî cihên din nebin. Piştî re pusula, cihê ku hatî mohrkirin li jor bimîne bê qetkirin û wisa li zerfê bê bicihkirin.