Li Bismilê hezaran dengê xwe kirin yek: Bijî serok Apo

  • 17:14 5 Gulan 2023
  • Ramyarî
 
AMED - Partiya Çep a Kesk li Bismilê mîtîng li dar xist. Di mîtingê de bi herzaran kesî dirûşma "Bijî Serok Apo" berz kirin.
 
 Partiya Çep a Kesk li otogara navçeya Bismilê ya Amedê mîtîngek li dar xist. Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Kesk a Amedê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Hevşaredarên Bismilê Gulşen Ozer û Orhan Ayaz ku qeyûm tayînî şûna wan kirin. û bi sedan kes beşdarî mîtîngê bûn. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bi Serok jiyan nabe", "Jin jiyan azadî", "Bismil ji faşîzmê re bibe goristan" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" hatin berzkirin.
 
Piştî rêzgirtina ji bo pakrewanên azadîyê, Hevseroka HDP'ê ya navçeya Bismilê Hamdiye Karakoç axivî û got, "Em ê bi hêz, têkoşîn û coşa xwe ya di rojên dawî de wan biqedînin."
 
Orhan Ayazê ku piştre mafê axaftinê girt, diyar kir ku Bismîlî wê dîrokê binivîsînin û ev hilbijartin hilbijartineke dîrokî ye. Orhan got, “Ev hilbijartin siberoja me hemûyan e. Em ji vê herêmê gazî dikin, ey zalim, xwînxwar, ma bes nîne? Êdî bes e, em dibêjin.  Bi coş, coş û îradeyeke mezin em ê bibêjin êdî bes e.”
 
Namzeta Partiya Çep a Kesk a Amedê Halîde Turkoglu jî got: “Pir kêm dem maye ku em faşîzmê bi yek gavê bişînin. Mîna ku me di sala 2019'an de lingên wî şikand, me biryar da ku em vê carê bi yek gavê bişînin. Belê, em ê bi berxwedanê bi ser kevin û em bi berxwedanê hatine van rojan. Em bang li vê desthilatdariya faşîst, qeyûmê Bismilê dikin; wextê te hat, pereyên xwe pak bikin, dawiya we hat. Aştiyeke bi rûmet wê were vî welatî, em ber bi dawiyê ve diçin, em bi ser dikevin, bi şandina faşîzmê divê beriya her tiştî tecrîd were rakirin. Divê em dawî li zîhniyeta qeyûmê bînin, cihêkariya di zimanê dayikê de ji holê rakin. Em ê vê yekê li parlamentoyê ragihînin. Hay ji xwe hebin, lê neyên lîstikan, bi awayekî siyasetê dikin, lê divê mirov bawer neke. 
 
Piştre namzetê Partiya Çep a Kesk Cengîz Çandar axivî û diyar kir ku ji bo azadiya Selahattîn Demîrtaş û Selçûk Mizrakli dimeşîn û got: "Em ê qeyûman ji Amedê bişînin. Hefteyek ma û em ê teqes bi ser kevin."
 
Namzetê Partiya Çep a Kesk Mehmet Emîn Aktar jî wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ev ax, ev av a me ye. Em dixwazin di axa xwe de azad bijîn. Dîrok, çand, zimanê me heye û em ji dîrokê tên. Em dibêjin zindanan vala bikin. Em dixwazin li vê xaka pîroz bi rê ve bibin. Ji ber vê yekê hûn ê di 14ê Gulanê de bersiva wan bidin. Hûn ê bibêjin em gel in, hûn ê bibêjin em azadiya xwe dixwazin. Hûn ê bibêjin em Selahattîn Demîrtaş, Selçuk Mîzrakli, Fîgen Yuksekdag, azadiya Ayla Akat dixwazin." 
 
Mîtînga Bismilê bi gerandina govendê bi dawî bû.