Nobeda Aştiyê ji bo Dayikên Şemiyê hat girtin

  • 16:57 5 Gulan 2023
  • Rojane
 
ENQERE - Nobeda Aştiyê ku li ÎHAD'a Enqerê tê giritn vê hefteyê ji bo Dayikên Şemiyê hat girtin. Di nobedê de hat diyarkirin ku Wezîrê Karên Navxweyî li gorî biryarên AYM'ê tevnager û wiha hat gotin, "Em dixwazin ku Qada Glatasarayê bê vekirin û dawî li astengkirina çalakiyan bê anîn."
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ku her mehê carekê di hefteya yekemîn a mehê de nobeda aştiyê digire vê hefteyê nobeda xwe ji bo  têkoşîna Dayikên Şemiyê girt. Dayika Ethem Sarisûlûk Sayfî Sarisûlûk, dayikên aştiyê, Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglû û gelek welatî beşdarî çalakiya nobedê ya li avahiya ÎHD'ê ya Enqereyê bûn. Di nobedê de Hevseroka ÎHD'ê ya Enqereyê Sevîl Turgut daxuyanî xwend.
 
Wezaret li gorî AYM'ê tevnagere
 
Sevîl anî ziman ku xizmên windayan û Dayikên Aştiyê 28 sal in ji bo aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin bipirsin, kiryar bên dîtin û bên darizandin her hefte li ber Lîseya Galatasarayê çalakiya rûniştinê li dar dixin û got: "Lê qad bi awayê kêfî di hefteya 700'î de li dayikan hat qedexekirin û dayik û Mirovên Şemiyê bi îşkenceyê hatin binçavkirin û doz li wan hat vekirin. Lê Dadgeha Destûra bingehîn ev biryar di cih de nedît û xwest ku ji Dayikên Şemiyê re tazmînat bê dayîn.  Lê Wezreta Karên Navxweyî biryara dadgehê li ber çavan negirt û 4 hefte ye bi awayê kêfî qadê li dayikan qedexe dike û wan binçav dike. Divê mafê meş û civînan bi qanûnê bê misogerkirin. "
 
Sayfî Sarisuluk: Emir Tayyîp da 
 
Dayika Ethem Sarisuluk Sayfî Sarisuluk jî got, "Bi bîrxistina navê lawê xwe gelek kêfxweş im. Lawê min di binê erdê de ye lê kujer bi kêfa xwe digere. Yê ku ev emir da jî Tayîp e. Hata ku Tayyîp neçe em nikarin mafê xwe misoger bikin."
 
'Divê aştî bê vê xakê'
 
Pakîze Sînemlîoglu jî ot, "Her roj em bi qetlîamaeke nû hişyar bdibin. Ji ber ku em bi paşeroja xwe re hevrû nabin û polîtîkayên bêcezahiştinê di meriyetê de ne. Divê aştî êdî bê vê xakê."
 
Ji Dayiên Aştiyê Munîbe Koç jî got, " Li gel ku Dayikên Aştiyê hatin îşkencekirin û girtin jî dest ji lêgerîna zarokên xwe bernedan. Em ji bo windayên xwe têkoşînê didin. Heta ku em birin jî em ê vê têkoşîna xwe bidomînin .Em dayik in."