AYM'ê cara duyem ji bo Dayikên Şemiyê biryara binpêkirina mafan da

  • 15:10 5 Gulan 2023
  • Hiqûq
 
STENBOL - Seroka Şaxa ÎHD'a Stenbolê Gulseren Yolerî têkildarî mijara êrişa polîsan a li ser çalakiya hefteya 700'î ya Dayikên Şemiyê de serî li AYM'ê dabû. Di serlêdanê de biryara "binpêkirina mafê çalakiya xwepêşandin, civîn û meşê" hat dayin. Bi vê re AYM'ê cara duyem derbarê Dayikên Şemiyê û Mirovên Şemiyê de biryara binpêkirina mafan da. 
 
Dayikên Şemiyê ji 27'ê Gulana 1995'an ve heta niha her roj ji bo kesên di bin çavan de hatine windakirin bên dîtin li Qada Galatasarayê çalakiya xwe li dar dixin. Lê belê di 25'ê Tebaxa 2018'an de çalakiya hefteya 700'î ji aliyê Wezareta Navxweyî ve hat qedexekirin û bi îşkenceyê 47 kes hatin binçavkirin. Li ser vêya doz li Dayikên Şemiyê hat vekirin. 
 
Seroka Şaxa ÎHD'a Stenbolê Gulseren Yolerî têkildarî mijara êrişa polîsan a li ser çalakiya hefteya 700'î ya Dayikên Şemiyê de serî li AYM'ê dabû. Di serlêdanê de biryara "binpêkirina mafê çalakiya xwepêşandin, civîn û meşê" hat dayin. Bi vê re AYM'ê cara duyem derbarê Dayikên Şemiyê û Mirovên Şemiyê de biryara binpêkirina mafan da. 
 
AYM'ê da zanîn ku divê ji bo çalakiya kesên windayî bê dîtin, rêz bê nîşandan. Her wiha AYM'ê biryar da ku ji bo Gulserenê 18 hezar TL tezmînat bê dayin.