Li Îzmîrê hilbijartin: Divê desthilatdarî biguhere

  • 09:08 5 Gulan 2023
  • Ramyarî
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Jinên Îzmîrê nêrînên xwe yên der barê hilbijartinê de anîn ziman û polîtîkayên AKP’ê yên der barê aborî û jinan rexne kirin û gotin êdî guhertinê dixwazin.
 
Ji hilbijartinên serokomarî û parlamenteriyê ya dema 28’emîn re 9 roj man. Partiyên siyasî xebatên xwe bê navber dimeşînin. Welatiyên Îzmîrê der barê hilbijartinan de axivîn. Jinan polîtîkayên aboriyê û polîtîkayên der barê jinan de rexne kirin û ciwanan jî diyar kirin ku di alî pêşeroja xwe de bi fikarin.
 
‘Ciwan naxwazin li Tirkiyeyê bijîn’
 
Xwendekara lîseyê Yagmur Yanik ku cara yekem wê dengê xwe bi kar bîne diyar kir ku ew di mijara pêşerojê de bi fikare û got: “Niha hem jin hem xwendekar pirsgirêkan dijîn. Divê ev biguhere.  Îhtîmala guherînê mirovan kelecanî dike. Ez 18 salî me guherînê dixwazim. Ji ber rewşa welat xwendekar berê xwe didin derveyê welat. Ez dixwazim li vir bijîm lê derfet tune ne. Dema deng tên dayîn divê pêşeroj li ber çavan bê girtin.”
 
‘Aboriya welat têk çû’
 
Nazli Erdogan li Fransayê dijî û ji bo dengê xwe hatiye Îzmîrê. Nazliyê wiha vegot: “Pêvajoya hilbijartinê krîtîke. Ez cot welatî me. Her tişt biha ye. Aborî pir xerabe. Li Tirkiyeyê azadî tune ye. Aborî têk çûye. Em li vir Euro bi TL didin lê pê tiştek nayê girtin.Ciwaniya min li vir derbas bû. Ez naxwazim dest ji vir berdim.”
 
Denîz Gul ya ji Almanyayê ji bo bikaranîna dengê xwe hatiye Îzmîrê jî wiha anî ziman: “Aborî, polîtîkayên li hember jinan û têkiliyên mirovan. Her tişt bêzar bûye. Rewşa vir pir xerabe. Qe nebe li wir zêdetir nirxê didin jinan. Li vir zext pir zêde ne. Ev hilbijartinek krîtîke. Belkî mirov di vê hilbijartinê de xwe îfade bikin.”
 
Kedkara malê Bahar Yilmaz ya 82 salî jî bang li hemû jinan kir û da zanîn ku divê jin baş bifikirin û biryar axwe bidin.
 
Memura teqawît Hanîfe Taner jî nêrînên xwe wiha bi lêv kir: “Polîtîkayên desthilatdariyê di her alî de bi awayekî neyînî bandor dike.Betalî, bihabûn. Xizan bûne kole. Sê zarokên min hene. Rewşa wan normale. Di erdhêjê de welatî di bin kavilan de ji sermaye mirin. Mirovahî, Mislimanî, dewletbûn ev e gelo? Mirov zindî zindî çalkirin. Bila demildest ev desthilatdarî biçe.”
 
‘Gel birçî dijî’
 
Kedkara malê Candeger Demîrcî jî destnîşan kir ku gel bi pirsgirêka birçîbûnê re rû bi rû ye û wiha dirêjî daye: “Em nebaşin. Jiyan bihaye her tişt berbat bûye. Disekinin dibêjin em dema hilbijartinê de erzan dikin. Dibêjin em enflasyonê dixînin. Lê sedema bihabûnê rêveberin. Em nikarin pîvazê bigirin. Sebze û fêkî pir bihaye. Yên zarokên wan hene yên kirê didin çi dikin.”
 
‘Behsa şer dikin’
 
Nivîskar û mamoste Banu Îmer jî diyar kir ku li welatê ku maf, edelet û azadî tunebe naxwaze bijî û wiha dawî lê anî: “Lê ev welat welatê min e û hewcedariya her kesî pê heye. Ez azadiyê dixwazim. Ez dixwazim jin azad bin ciwan azad bin. Lê tabloyek nebaş heye. Kirêya min ya 4 hezarî derxistin 11 hezarî. Me doz vekir. Ev zêdebûnên normal nînin. Krîzek mezin heye. Behsa şer dikin. Gelo wê me berdin kolanan? Me tune dihesibînin. Lê heta dawî em ê welat û mafên xwe biparêzin.”