Welatiyên ji gundên Dêrikê: Ji bo serkeftinê pêwîstî bi yekîtiyê heye

  • 09:04 5 Gulan 2023
  • Ramyarî
 
Rojda Aydin 
 
MÊRDÎN - Jinên ku ji gundên Dêrîkê ne, bal kişandin ser girîngiya hilbijartinê û gotin: "Ji bo serkeftina hilbijartinê pêwîstî bi yekîtiyê heye û em bang li her kesî dikin ku xwedî li dengên xwe derkevin."
 
Ji Hilbijartinên Giştî ya 14’ê Gulanê re tenê çend roj man,  ji ber vê yekê Partiya Pêşerojê ya Çep a Kesk (Partiya Çep a Kesk) tax bi tax û gund bi gund digerin û xwe digihînin welatiyan. Her serdanên Partiya Çep a Kesk li gundan vediguhere wek hewaya mîtîngê û bi sedan kes li qadên gund kom dibin û govendê digerînin. Bi vê yekê re li her gundekî coşa jin û zarokan ji çavên wan tê dîtin.
 
Jinên ku li gundên navçeya Dêrîkê ya Mêrdînê dijîn, destnîşan kirin ku ji bo azadî, aştî û serkeftinê pêwîstî bi yekîtiyê heye.   
 
‘Em azadî û wekheviyê dixwazin’
 
Emîna Aksoy a ku ji gundê Erbetê ye wiha got: “Em dixwazin vê hilbijartinê de bi ser kevin û bigihîzin azadiyê. Mirovên me hemû hatin qetilkirin, kuştin. Êdî bes e ji vê zilmê re. Em dixwazin êdî Erdogan biçe. Em azadî, aştî û aramiyê dixwazin. Em dixwazin di nava civakan de wekhevî hebe. Ji bo vê jî divê îktîdara AKP’ê di vê hilbijartinê de biçe û em bi ser kevin.”
 
‘Roj roja azadiyê ye’
 
Gulxanim Aksoy jî ku ji gundê Erbetê ye ji bo hilbijartinê ev tiştan anî ziman: “Em dixwazin hemû girtiyên me yên nava 4 dîwaran de bigihîzin azadiya xwe û em dixwazin ji vê zilmê xilas bibin. Em jî dixwazin jiyanek azad bê avakirin. Êdî bila xwîn nerije. Em ji gelê xwe re dibêjin ku ji bo jiyanek azad dengê xwe bidin xwe. Bila gelê me êdî şiyar be. Bila Gelê Kurd êdî rabin li ser piyan, dest bidin destên hevdû û yekîtiya xwe ava bikin. Em dengê xwe bidin xwe. Em nedin kesek din. Bila îktîdariya Erdogan êdî bikeve. Bes ku ev qas deme li ser îktîdarê ye û ev qas zilmê li me kiriye. Erdogan me qetil kir, gundên me vala kirin, xwîna me rijandin, me sirgûn kir û her tiştî anî serê me kurdan. Êdî bes e, em naxwazin di vê hilbijartinê de Erdogan bi ser keve. Em êdî kuştin, qetilkirin û rijandinê naxwazin. Li dijî van hemûyan divê em bibin yek û vê kesî bişînin. Banga min ji gel ew e ku xwedî sindoqên xwe derbikevin û destûrê nedin ku dengên wan bên dizîn. Roj roja me ye. Roj roja azadiyê ye. Roj roja serî rakirinê ye. Roj ew roj e ku em xwedî hevdû derbikevin.”
 
‘Di sindoqan de em ê mohra xwe lêxin’
 
Besna Tekîn a ku ji gundê Şêbê ye ew jî wiha hêstên xwe anî ziman: “Em êdî bindestiyê qebûl nakin. Mafê me jî heye ku jiyanek aram bi nasnameya xwe bijîn. Ji bo hebûna xwe em dengê xwe bidin xwe û partiya xwe. Bêyî Gelê Kurd tu kes nikare siyasetê bike. Ji ber ku bi milyonan Gelê Kurd heye û qedera vê welatê diyar dike. Em biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin partiya xwe. Ji bo hebûn û jiyana xwe em bidin xwe. Bila Gelê Kurd îxanetê hevdû neke. Bi îxanet tu kes nikare tiştek bi ser keve. Li dijî vê îktîdarê û ji bo jiyana xwe em li ser sindoqan bi hevre bersivek xûrt bidin. Ev hilbijartin ji bo hebûna Gelê Kurd e. Em ê jî xwedî hebûna xwe derbikevin. Di hilbijartinê de li ser sindoqan em ê mohra xwe lêbixin û em ê bêjin em hene. Em her gavê hene. Bila gelê me heta dawiya hilbijartinê xwedî sindoqên xwe derbikevin. Tu carî dev ji sindoqên xwe bernedin. Em hilbijartinê de bi ser kevin û govendê bi hevre bigerînin. Em hilbijartinê de bi ser kevin û kêfxweş bin. Divê êdî azadî û aştî were vê welatê. Ji bo vê jî divê em bi hevre rabin li ser piyan.”
 
‘Ji bo hilbijartinê divê em yekîtiya xwe ava bikin’
 
Hamdiye Durgut jî ku ji Dêrîkê ye, bal kişand ser girîngiya hilbijartinê û wiha pê de çû: “Bila êdî gelê me şiyar be. Ev hilbijartin ji bo me kurdan gelek girîng e. Divê hemû gelê me xwedî vê hilbijartinê derbikeve û bersivek xûrt bide. Her dengekî me namûsa me ye. Em jî xwedî namûs û vîna xwe derbikevin. Ev hilbijartin ji bo ziman, azadî, demokrasî û girtiyên me gelek girîng e. Ji ber vê yekê jî divê Gelê Kurd di vê hilbijartinê de yekîtiya xwe ava bike. Ji bo hilbijartinê em hêza xwe xûrtir bikin. Divê her kesek xwedî sindoq û dengên xwe derbikevin. Serkeftin ji bo me hemûyan e.”
 
'Pêwîstî bi yekîtiyê heye’
 
Safya Yilmaz jî ku ji gundê Qûbûlmê ye ji bo hilbijartin û dengan ev tiştan destnîşan kir: “Em jî dixwazin ku di vê hilbijartinê de bi serfiraziyê bi ser kevin. Îktîdar her gavê zilmê li ser me Gelê Kurd kiriye. Ji bo ku dawî li vê zilmê bînin em dengê xwe bidin xwe. Em dixwazin parlamenterên xwe yên Mêrdînê hemû yan derbixin û bişînin meclîsê. Di heman demê de ji bo xilasiya vê welatê divê tu kesek dengê xwe nede îktîdara AKP’ê. Êdî bes e. Gelê me bila dengê xwe bidin partiya xwe. Ji ber vê jî pêwîstî bi yekîtiyê heye. Ger ku em bibi yek em ê bi ser kevin. Ger ku îktîdara AKP’ê bi ser keve dê zilma li ser Gelê Kurd zêdetir bibe. Ji bo ew qezenc neke em ê destûr nedin tu kesek dengê xwe bidin wî. Em dengê xwe bikin yek û em bi ser kevin. Pêwîste her tim yekîtiya kurdan yek be. Ev bi salan e em daxwaziya aştî û yekîtiyê dikin. Ji ber vê jî roj roja azadiya kurdan e. Roj roja me ye.”