'Divê rejîma mêr biçe’

  • 20:04 4 Gulan 2023
  • Rojane
ÎZMÎR - Namzetên Partiya Çep a Kesk ên Îzmîrê Canan Kebenç Ozkan û Aysel Onen Turan di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çûn serdana Odeya Endezayarên Makîneyê ya TMMOB a Îzmîrê û ÇEKEV’ê.  Di serdernan de namzetan balkişand ser nûneriya jinê û  girîngiya destkefetiyên jinan. 
 
Nametan diyar kirin ku ji bo mezinbûna têkoşîna jinê bila jin denga xwe bidin Partiya Çep  KESK. Namzetên Partiya Çep a Kesk ên Îzmîrê Canan Kebenç Ozkan û Aysel Turan û jinên di rêveberiya HDP’a îzmîrê de cih digirin  çûn serdana Komeleya Mala Çanda 2 Jinan a Evka ya Çîglî (ÇEKEV) û Odeya Endezyarên Mîkaniyê ya TMMOB’ê. Namzetan der barê hilbijartinan û têkoşîna jinan de axivîn. Jinên ÇEKEV’ê jî diyar kirin ku Partiya Çep a Kesk li gorî partiyên din jinan derdixe pêş û gotin divê têkoşîna jinê hîn bêtir mezin bibe. Jinan li ser nûneriya wek hev û wezareta jinan sohbet kirin û gotin ew piştgiriyê didin xebatên Partiya Çep a Kesk ya di vê mijarê de.
 
Namzet Aysel Onen Turan di serdana odeya endezyaran e jî pisgirêkên jinan axivî û got di hawireke ku destkeftiyên jinan dikin mijara bazarê de hilbijartin pêk bên û got jin di hilbijartinan de xwedî rolek girîngin. Ayselê got: “Divê rejîma yek mêrî di vê hilbijartinê de biçe. Yên vê guherînê bikin jin in.”