Li Bedlîsê mîtînga Partiya Çep a Kesk: Gelê Kurd serî natewîne

  • 16:41 4 Gulan 2023
  • Ramyarî
 
BEDLÎS - Bi tevlîbûna hezaran kesan li Bedlîsê mîtînga Partiya Çep a Kesk pêk hat û di mîtîngê de operasyona binçavkirin û girtinê hatin şermezarkirin û wiha hat gotin: "Gelê Kurd li hemberî zextan serî natewîne." 
 
Partiya Çep a Kesk bi tevlibûna hezaran kesan li Bedlîsê mitîng li dar xist. Xelkê bajar bi dirûşman hate qada mitîngê ya li navenda bajar û li ber stranan xelekên govendê gerandin. Ji ewil namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Kesk ên bajar derketin ser dikê û gel silav kirin. Piştre jî Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar derket ser dikê û axivî. 
 
Mîthat, diyar kir ku xelkê Bedlîsê amade ye ku vê îktîdara zilmê têk bibe û wiha got: “Bedlîs amade ye ku bi Partiya Çep a Kesk nûnerên xwe bişîne meclisê. Em ji bo guherîn, demokrasî, aştî, azadî, edalet û wekheviyê tên. Em ji vir wê silava sekna bibiryar û bihêz a Bedlîsê dişînin temamiya Tirkiyeyê. 
 
Duh, Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê bû. Îro dîsa li dijî kedkarên çapemeniyê operasyon kirin. Kedkarên Çapemeniya Azad tên girtin, hevalên me yên partiyê digirin û hewl didin kampanyaya me asteng bikin. Çima ewqas operasyonan dikin? Ji ber ku dizanin ku hêz û îradeya guherînê li vir e. Yên ku dê pêşeroja Tirkiyeyê ava bikin, em in. Dê bi piştgiriya we, Partiya Çep a Kesk bike. Ji we ditirsin, ji gelê kurd ê serî li ber zextan natewîne û ji sekna wan a birûmet ditirsin. Dizanin ku hêza dê dawî li vê saltanatê, li van dizî, pergala rizî û polîtîkayên şer bîne em in, têkoşîna bibiryar a gel e. Lewma êrişan dikin lê ev hewldan vala ne. Bi dehan salane bi heman rêbazan êrişan dikin lê me tu carî xwe ji rêya xwe şaş nekir. Hevalên me hatin girtin, operasyonên darbeyê kirin, rêhevalên me weke dîlgirtiyên siyasî di girtîgehê de radigirin lê yek ji me diçe û bi hezaran tên şûna wan. 
 
Em ê di 14’ê Gulanê de îktîdara AKP-MHP’ê bişînin sergoya dîrokê. Piştre jî weke hêza ku ev pergal guherandî, em ê li meclisê bi awayekî herî xurt cih bigirin û dê rêya aştî, demokrasî, azadî û edaletê bo vî welatî vekin. Em ê biguherînin. Dê aştî û demokrasî bi me re bê.
 
Bajarên herî xizan, bajarên Kurdistanê ne. Li Xelatê qesrê çêdikin. Şert û mercên giran ên xizaniya Bedlîsê nabînin. Sedema vê jî zîhniyeta wan e. Wan, Colemêrg, Şirnex û hemû bajarên kurdan ji hêla aborî ve di rêzên dawî de ne. Bedlîs ji nava 81 bajaran di rêza 76’an de ye. Anku yek ji bajarên ku xizanî herî zêde lê heyî jî Bedlîs e. Gelê kurd vê yekê heq nake û em ê vê biguherînin. Em ê vê pergalê biguherînin, vê pergala talan û şêlandinê, vê pergala rizî ya xwe dispêre ranta şer bi hev re biguherînin. 14’ê Gulanê ji bo guherîna mezin qonaxeke girîng e.  Em ê di 14’ê Gulanê de dawî li tarîtiyê bînin û çiraya gelan vêxin.” 
 
Piştî axaftina Mîthat Sancar hunermend derketin ser dikê û stranên xwe pêşkeş kirin. Gel li ber stranan xelekên govendê gerandin û mitîng bi dawî bû.