'Nobeta Edaletê' ya Emîne Şenyaşar 773 roj in didome

  • 16:32 4 Gulan 2023
  • Rojane
 
RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbat Şenyaşar 773 roj in didome. Di çalakiya îro de wiha hat gotin: "Ev hilbijartin hilbijartina di navbera kesên ku edalet û hiqûqê diparêzin û kesên ku zîhniyeta ku edalet û hiqûqê qetildike de tê kirin." 
 
Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) ku 3 ferdên malbata wan ji aliyê xizm û alîgirên parlamenterê AKP’ê ve hatin kuştin Nobeda Edaletê didomîne. Nobeda malbatê ji 9’ê adara 2021’ê ve li ber Edliyeya Rihayê li dar dixe. Çalakiya malbatê di roja 773’yemîn de berdewam kir.  Emîne û Ferît li ber deriyê Edliya Rihayê li ber pankarta 'Ji bo Malbata Şenyaşar edalet' çalakiya xwe pêk anîn.
 
Di çalakiya îro de malbatê ev peyam da: "Ev hilbijartin hilbijartina di navbera kesên ku edalet û hiqûqê diparêzin û kesên ku zîhniyeta ku edalet û hiqûqê qetildike de tê kirin."