Hevdîtina bi gel a Partiya Çep a Kesk hat astenkirin

  • 14:39 4 Gulan 2023
  • Ramyarî
 
AMED - Partiya Çep a Kesk xwest li Erxeniyê bi gel re bê ba hev. Di dema hevdîtinê de polîsan kontrola GBT’ê kirin û nehiştin kesên di bin temenê 18 saliyê de tev li hevdîtinê bibin. Xelkê navçeyê jî ev rewş şermezar kir, rê ji trafîkê re girtin û dest bi çalakiya rûniştinê kirin. 
 
Partiya Çep a Kesk xwest bi tevlibûna hezaran kesan li navçeya Erxenî ya Amedê hevdîtinê bike. Hevdîtin li qada otogarê bû û Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Ahmet Kaya, namzeta parlamenteriyê yê Partiya Çep a Kesk a Amedê Halîde Turkoglû, endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û bi hezaran welatî tev li bûn. 
 
Qada ku dê hevdîtin lê bihata lidarxistin, bi bariyerên polîsan hate dorpêçkirin û piştî kontrola GBT’ê destûr hate dayîn ku gel bikeve qada hevdîtinê. Di heman demê de polîsan nehiştin ku kesên di bin temenê 18 saliyê de bikevin qadê. Partiyiyên ku bertek nîşanî vê sepanê dan, ji ber kesên li derveyî qada hevdîtinê hatine hiştin, hevdîtin betal kirin û xwestin bi dirûşma “Zext nikarin me têk bibin” ber bi buroya hilbijartinê ya li navenda Erxeniyê ve bimeşin. Polîsan xwestin meşê asteng bikin. Li ser vê yekê partiyiyan û welatiyan rêya Amed-Erxeniyê ji trafîkê re girtin û dest bi çalakiya rûniştinê kirin. 
 
Çalakiya rûniştinê hêj berdewam dike.