Banga bidawîkirina ambargoya li ser Taxa Şêxmeqsûdê hat kirin

  • 11:18 4 Gulan 2023
  • Rojane
 
HELEB - Meclîsa Jinê ya Malbata Pakrewanan têkildarî ambargoya Hukumeta Şamê ya li ser Şehbayê daniye diyar kir ku gelek pêdiviyên jiyanî yên welatiyên Şehbayê bi cih nayê û banga bidawîkirina ambargoyê hat kirin. 
 
Ev 9 meh in ambargoya Hikûmeta Şamê ya li ser Şêxmeqsûdê didome. Derman, madeyên sotemeniyê ji ber ambargoyê nikare derbasî Taxa Şêxmeqsûdê bên kirin. Derbarê mijarê de Meclîsa Jinê ya Malbata Pakrewanan daxuyanî hat dayin. 
 
Daxuyanî ji aliyê Berdevka Meclîsa Malbata Pakrewanan a taxa Eşrefîyê Sozdar Reşo ve li pêşiya Saziya Malbata Pakrewanan hate xwendin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Firqeya çarem a girêdayî Hikûmeta Şamê dorpêçkirina li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û navçeya Şahbayê berdewam dike.
 
Dorpêça li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bandorên mezin li ser beşên tenduristiyê dike, xelkên li taxê rojane astengiyan dikişîne.
 
Armanca vê dorpêçê qirkirina jiyan û ruhê şoreşgeriyê ye. Şêniyên her du taxan bi vî rengî hovane bi dorpêçkirinê tên cezakirin.
 
Ji bo QSD tawîzan bide û Rûsya bigihêje armanca xwe ev tê kirin. Her wiha Her wiha bi serkêşiya Tirkiyeyê gefên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dike û ev zext ji aborî zêdetir siyasî ye.Em weke Meclîsa Jinê ya Meclîsa Malbatên Pakrewanan van kiryarên li dijî gelê me yên li taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Şehbayê şermezar dikin. Em bang li hemû gelên herêmê dikin ku jiyaneke aram û ewledar bijîn."