Li ber NY’ê ji bo Abdullah Ocalan çalaki:Heta tecrîd bidawî nebe em li kolanane

  • 20:48 3 Gulan 2023
  • Rojane
CENEVRE- Girseya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Cenevreyê hatin ba hev, xwestin Kenan Ayaz demildest bê berdan.
 
Çalakiya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 25’ê Çileya 2021’an û vir ve her roja çarşemê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) a li bajarê Cenevre yê Swîsreyê tê lidarxistin, didome. Di çalakiya rûniştinê ya di vê hefteyê de ku di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye” de didome, hat xwestin siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz ê li Qibrisê hatibû girtin, biryar hate dayîn ku wî radestî Almanyayê bikin, demildest bê berdan.
 
Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCDK) Tuba Yilmaz axivî. Tubayê diyar kir ku gelê Kurd zêdeyî 25 meh in agahî ji Abdullah Ocalan nagirin û got: “Tecrîda li ser Rêberê me veguheriyê êşkenceyê. Heta ku tecrîd bi dawî bibe û Rêber Apo azad bibe em ê li qadan bin.”
 
Hevserokê NCDK’ê Mehmet Latîf Çelebî jî anî ziman ku cîhan li ber tecrîda li ser Abdullah Ocalan bêdeng e. Mehmet wiha dirêjî dayê: “Raporên Îmraliyê ku Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) weşand, êşkenceya tecrîdê eşkere kir. CPT, Konseya Ewropa û NY’ê van raporan ji neditî ve tên. Bloka faşîst AKP-MHP’ê ji ber ku dizane wê winda bikin, êrîşên xwe zêdetir kirin. Ji bo ku em li ber bloka faşîst rabin, divê hemû gelê me, kesên şoreşger, demokrat heta 7’ê Gulanê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk."
 
Ji bo azadiya Kenan Ayaz bang
 
Mehmet di dawiya axaftina xwe de banga berdana siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz kir. Piştî axaftinên Mehmet Latîf Çelebî, girseyê  dest bi çalakiya rûniştinê kir.